​​​​​​​Rêxistina Jinên Ciwan a PYD`ê 1`emîn Konferansa xwe ya Damezrîner li dar xist

Rêxistina Jinên Ciwan a PYD’ê bi dirûşma `Bi rêxistinkirina jinên ciwan li ser bingeha felsefeya Serok Apo digihêje Sûriyeya demokratîk` 1`emîn Konferansa xwe ya Damezirîner li dar xist û li ser asta Rojava meclisa xwe ava kir.

Rêxistina Jinên Ciwan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro 1`emîn Konferansa xwe ya Damezrîner bi tevlêbûna 150 delegeyan ji Cizîr, Firat û Efrînê li dar xist. Konferans li Sandîqeya Karkeran a li bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo li dar ket.

Nûnerên Kongreya Star, Meclisa Jin a PYD û Yekitiya Jinên Ciwan di konferansê de amede bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama hevserokatiya PYD`ê Foza Yusif axivî û lidarketina konferansê li jinên ciwan ên PYD`ê pîroz kir û got: “Bi têkoşîna ciwanan şoreşa Rojava destpê kir û bûn pêşenga birêxitsinkirina civakê. Bi saya berxwedana ciwanan em li hember tevahiya êrişên leşkerî, siyasî û aborî bi ser ketin.”

Foza diyar kir ku şoreşa 19`ê Tîrmehê bi giyana ciwanên ku zihniyeta desthildar red kirine, destpê kir. Bi taybet jin a ku bi fikirê xwe yê azad şoreşa ku banga azadî û mirovahiyê dike ava kir.

Têkildarî astengiyên ku rastî ciwanan û şoreşa wan tên Foza got: “Dijmin bi armanca çewisandina nasnameya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi tevahiya rêbazan hewl dide destkeftiyên vê şoreşê têk bibe. Ji ber wê di radeya yekemîn de ciwanan dike hedef. Lê ciwanan li beramberî van siyasetan xwe bi rêxistin kirin û fikrê azad ji xwe re kirin bingeh. Rêgeza netewa demokratîk di navbera pêkhateyên herêmê de belav kirin. Ji ber ku rêbaza tekane ye da ku planên dijmin ji herêmê dûr bixe û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.”

Di dawiyê de Foza got: Em hêvî dikin ku ev konferans bi serkeve û bibe wesîleya birêxistinkirina ciwanan bi taybet jinên ciwan. Heta ku em hêzeke têkoşer ava bikin û li hember tevahiya êrişên li dijî civak û ciwanan li ber xwe bidin û şoreşa xwe ya ku bi saya xwîna şehîdan bi ser ketiye, biparêzin.

Piştre rapora rêxistinî ya jinên ciwan ên PYD`ê hate xwendin û ji hêla beşdaran ve nîqaş li ser hate kirin.

Paşê sînevizyonek girêdayî rola jinên ciwan di birêxistinkirina civakê de hate pêşendan. Di dawiya konferansê de 13 endam wek Meclisa Jinên Ciwan a PYD`ê hatin hilbijartin, encamname û plansaziya Meclisa Jinên Ciwan a PYD`ê hate eşkerekirin.

Navaroka encamnameyê wiha ye:

1-Lidarxistina çalakiyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

2-Jinan bi rêxistin bikin da ku rê li pêşiya kuştin, binpêkirinên li dijî jinan û zewicandina zarokan, bigirin.

3-Dûrxistina ciwanan ji rêbazên şerê taybet.

4-Bi rêya belavkirina rêgezên şerê gelê şoreşger, rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker û dewletên piştvanên wê bigirin da ku hemû herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine, rizgar bikin.

5-Perwerdekirina jinên ciwan da ku di qadên siyasî de xwedî rol bin.

6-Vekirina dewreyên perwerdeyê yên fikrî û piratîk ji jinên ciwan re.

7-Piştgiriya jinên ciwan di warên çandî, hunerî û werzîrê de.

8-Avakirina komîteyeke ragihandinê ji bo perwerdekirina jinên ciwan.

9-Divê jin rola xwe ya pêşeng di belavkirina fikirê netewa demokratîk de bilîze.

10-Divê jinên ciwan xwe di warên aborî de bi rêxistin bikin û projeyên aborî pêk bînin.

11-Divê jinên ciwan xwe li ser asta Sûriyê bi rêxistin bikin.

12-Ji bo parastina welat û civakê, divê jinên ciwan tev li refên YPJ`ê bibin.

ANHA


Mijarên Din