Rêxistina Mafên Mirovan: 447 koçber ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê der barê hejmara qurbaniyên ku li ser sînorê Sûriyê ji aliyê hêzên sînor ên Tirkiyê ve hatine kuştin, daxuyaniyek da.

Xalên girîng ên daxuyaniyê wiha ne:

"Li gorî çavkaniyên herêmî û navdewletî (Human Rights Watch, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê û Navenda Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê) di raporên xwe de binpêkirinên ku çêbûne û di dema welatiyên Sûriyê ji pêkhate û neteweyên cuda koçber dibin û hewl didin derbasî xaka Tirkiyê bibin û ji ber şerê li Sûriyê ku ev 9 sal e ji ber mirinê direvin, diyar kir.

Her wiha niştecihên gundewar û bajarokên Sûriyê yên li ser sînor, cotkar û xwediyên erdan ji aliyê cendirmeyan ve têne gulebarankirin.

Hejmara sûriyên ku li ser sînor Tirkiyê ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine kuştin; 447 koçber, 83 zarok, 56 jin û her wiha hejmara kesên birîndar 420 ye. Dewleta Tirk li ser sînor dîwarê şermê bi dirêjahiya 911 km ava kir da ku koçber derbas nebin û di encama wê de sivîl tên kuştin û birîndar dibin.

Em wek Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ya Sûriyê bang li hemû rêxistinên mafnas û sivîl ên navneteweyî û di serî de rêxistina NY`yê ku zextê li hikûmeta Tirkiyê bikin da ku nehêlin binpêkirinan li dijî koçber û penaberên Sûriyê û bikin. Ji ber ku ew yek ji dewletên Meclisa Yekitiya Ewropayê ye û dive ew hemû zagon û rêxistinên navdewletî ku banga rêzdariya pîvanên mafên mirovan û hemû lihevkirinên navdewletî dike, bike."

(bx)

ANHA


Mijarên Din