Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Guherandina demografiya Efrînê didome

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê siyaseta guhertina demografiya kantona Efrînê û navçeyên wê dewam dikin, di demekê de ku zext û pêkanîna binpêkirinan der heqê şêniyên herêmê de pêk tê.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi rêya bicihkirina Ereb û Tirkmenan ji herêmên din û bi taybet ên li herêmên hemberî sînorê Tirkiyê, guhertina demografiya kantona Efrînê didomînin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê, malbatên ji derdora Idlib û Hemayê reviyane li navçeya Şera û Bilbilê hatin bicihkirin, rêjeya wan gihaşt 21 hezarî, li hember 5 hezar kesan ji şêniyên resen ên Kurd.

Rêxistinê ji ajansa me re eşkere kir ku rêjeya şêniyên resen li navçeya Bilbilê ji sedî 25 li hember ji sedî 75 ji malbatên çete û Tirkmenên ji Hema û Idlibê maye. Rêxistinê diyar kir ku 800 malbat li Bilbilê ya li serrb sînorê bi Tirkiyê re hatin bicihkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan destnîşan kir ku li navçeya Cindirêsê jî malbat tên bicihkirin ku koçber li malan, dibistanan û nav darên zeytûnê hatin bicihkirin. Beriya niha çavkaniyan tekez kir ku koçberên hatin bicihkirin, bi zorê dest danî ser mewsima zeytûnê ya şêniyan.

Rêxistinê diyar kir ku komên çete li malên şêniyên Efrînê digerin û hejmara kesên malbatê nas dikin da ku malbatên ji 3 heta 5 kesan ji şêniyên resen vala bike û bi zorê dihêle ku bi mirov û cîranên wan re bijîn.

Lê rewşa li navçeya Şiyê, çeteyên Sultan Silêman Şah (Emşat) malên Kurdên ku bi zorê ji malên xwe derketin, bi kirê dide Ereb û Tirkmenan, her wiha koçberan dikin mixtar û endamên meclisên herêmî yên li gundan û mixtarên berê ji karê wan dûr dixin.

Çavdêr dibînin ku Tirkiye dixwaze kembera Tirkmenan li ser sînorê xwe çêke û diyar dikin ku sedema bicihkirina malbatên Tirkmen ji ber wê yekê ye.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din