Rêxistina Mafên Mirovan bang li Meclisa Ewlehiyê kir ku dagirkirina Efrînê bi dawî bike

Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê kir ku komîteyeke şopandinê ava bike da ku sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li kantona Efrînê ya dagirkirî belge bike, her wiha dewleta Tirk neçar bike ku dagirkirina bajêr û guhertina demografiyê rawestîne.

Îro bi boneya salvegera 3`yemîn a destpêkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê, Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Rêxistinê di daxuyaniya xwe de sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê di sala 2020`an de eşkere kirin.

Endama rêveberiya rêxistinê Evîn Cuma daxuyanî li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişloyê, xwend. Daxuyanî wiha ye:

“3 sal di ser dagirkirina Efrînê re ji aliyê dewleta Tirk ve, derbas bû. Ev yek bi rêya operasyoneke leşkerî ku bi navê Şaxê Zeytûnê di 20`ê Çileya 2018`an dest pê kir. Artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya komên çekdarên girêdayî Îtîlafa Sûriyê ya opozîsyonê bi hinceta parastina ewlehiya neteweya dewleta Tirk  û ji nû ve bicihkirina koçberên Sûriyê li wê herêmê, dest bi êrişên leşkerî li dijî niştecihên sivîl ên li herêma Efrînê kir. Di hemleya leşkerî de hemû cureyên  çekên giran ên bejahî û hewayî hatin bikaranîn. Di encama wê de hilweşandineke pir mezin di binesazî, saziyên sivîl de çêbû û bi hezeran sivîl hatin kuştin. Dewleta Tirk guhertina demografî û çandî li herêma ku niştecihên wê yên resen koçber bûne û li hundir û derveyî Sûriyê bûne koçber û penaber, pêk anî. Bi vê yekê dewleta Tirk pîvanên mirovî yên navneteweyî û qanûnên mafên mirovan binpê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker hemû sedemên jiyanê ji ser niştecihên ku di hundirê Efrînê de man û bi xaka xwe ve girêdayî man, qut kirin. Siyaseta talankirina  mal û milkan, desteserkirin, girtina bê ser û ber, veşartina bi darê zorê, êşkencekirin, revandina li beramberî fidyeyan, tecawizkirina jinan, zewaca bi zorê û kuştin, pêk anîn. Armanca wê ji vê yekê ku tirsê di nava gel de belav bike û wan neçarî koçberiyê bike. Her wiha qutkirin û şewitandina daran da ku dîroka bajarê Efrînê û niştecihên wê yên resen îmha bike û teqînan pêk tîne ku di encama wê de sivîl têne kuştin.

Hemû kirinên ku sûcên şer ên li dijî mirovahiyê ne, hişt ku zêdetirî 300 hezar sivîl neçarî koçberiyê bibin. Zêdetirî 100 hezar sivîlan berê xwe da kampên li herêma Şehba û Til Rifatê yên nêzî bajarê Efrînê bi hêviya ku di demeke nêz de li warê xwe vegerin. Gelê Efrînê di kampan de zehmetiyan dibînin, pêdiviyên jiyanê qut bûne û ji aliyê komên çekdar û artêşa rejîma Sûriyê ve hatine dorpêçkirin, tevî ku binesaziya wê herêmê hatiye hilweşandin û mayîn ji aliyê rêxistina îslamî ve ku ji çend salan ew herêm xistibû bi serweriya xwe, hatibûn çandin. Gelê Efrînê ji alîkariyên mirovî yên rêxistinên navneteweyî bê par e. Tevî dorpêç, xetereya ji hemû aliyan ve û bêparmanyîna ji hemû şêwazên jiyanê jî lê rêxistinên mirovî red dikin ku alîkariya gelê Efrînê bikin.

Ev hemû di nava bêdengiyeke navneteweyî de têne kirin. Derfetê nadin tu rêxistinên mafnas ên serbixwe û komîteyên şopandinê yên navneteweyî ku derbasî herêmê bibin û kirin û sûcên li dijî sivîlan belge bikin. Tevî ku gelek rapor hatin derxistin û tê de kirinên dewleta Tirk hatin diyarkirin, lê ew ne beşek ji sûcên ku li ser erdê pêk tê. Me bi rêya gelek çavkaniyên mafnas kirinên ku di sala 2020`an de li Efrînê pêk hatine, belge kirin:

60 bûyerên kuştinê, 987 bûyerên revandin û binçavkirinê, 65 bûyerên îşkenceyê, 29 bûyerên bidarvekirinê, 39 bûyerên teqînan û şer, 19 bûyerên topbaranê, 3 bûyerên xwekuştinê, 5 bûyerên kuştina li ser sînor, şewitandina 11 hezar û 320 daran, binpêkirinên li dijî 50 cihên dîrokî û şûnwaran, qutkirina 38 hezar û 252 daran, 73 kuştiyên ji ber teqînan û şer, 97 birîndarên di teqînan û şer de.

Meclisa Ewleheyê û NY`yî di derbarê rawestandina binpêkirin û sûcên heyî de tu helwstê nîşan nade. Di xala 1`emîn a peymana NY`yê de wiha tê gotin:

1. Parastina aştiyê û ewlehiya navneteweyî, ji bo pêkanîna vê armancê, deste tedbîrên hevbeş ên çalak ji bo pêşîlêgirtin û bidawîkirina sedemên têkbirina ewlehiyê, digire, karên dijminahiyê û kiryarên tevliheviyê diçewisîne û rêbazên aştiyane bi kar tîne. Li gorî rêgezên edaletê û qanûnên navneteweyî yên ji bo çareserkirina şerên navneteweyî ku dibe bibin sedema têkbirina ewlehiyê.

2. Avakirina têkiliyên ewle di nava neteweyan de li ser esasê rêzgirtina rêgeza ku wekheviya mafan di nava gelan de pêk tîne, divê her gelek xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe be, her wiha divê tedbîrên din ên xurtkirina aştiya giştî bên girtin.

Ji lew re, wekî Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê, piştî 3 salan di ser vê dijminahiyê re ku gelek binpêkirin û bi hezaran qurbanî li dû xwe hiştin, em van bangewaziyan li NY û Meclisa Ewlehiyê dikin:

1. Dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî opozîsyana Sûriyê neçar bikin ku dagirkirina herêmê û guhertina demografîk bi dawî bikin û rê bidin şêniyan ku vegerin herêmên xwe, vegereke ewle ji wan re misoger bikin û milk û erdên xwe vegerînin.

2. Komîteyeke navneteweyî ji bo şopandina binpêkirinên li ser erdê, bişînin Efrînê.

3. Bi rêya dadgehên navneteweyî hesab ji kesên ku sûcên şer li dijî sivîlan kirine, bê xwestin û rejîma Tirkiyê ku yekser berpirsa sûcên li herêmê ye, piştî dagirkirina wê ku heta niha ew sûc bi çavdêriya berpirsên wê yên leşkerî û sivîl li herêmê pêk tên, bê darizandin.

4. Kesên hatine revandin û yên hatine veşartin, yekser bên berdan û çarenûsa wan bê diyarkirin. Her wiha hesab ji kesên ku binpêkirin li dijî wan pêk anîne, ew îşkence kirine û hemû cureyên tirsandinê li ser wan meşandine, bê xwestin.

5. Alîkariyên mirovî ji bo kampên li herêma Şehba û Til Rifetê bên şandin û dorpêça li ser şêniyên wan bê rakirin, ji ber ku ew sivîl neçar man ku herêmên xwe biterikînin û ew qurbaniyên terora sîstematîk a ji beriya çend salan ve li herêmê tê meşandin in.”

(cx, bx)

ANHA


Mijarên Din