Rêxistina Mafên Mirovan: Bêdengiya navneteweyî rê da dewleta Tirk ku komkujiyê pêk bîne

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê helwestên rêxistinên mafnas û navneteweyî komkujiya ku artêşa Tirk li Til Rifetê pêk anî, şermezar kir û diyar kir ku bi vê yekê rê didin dewleta Tirk ku terorê pêk bîne.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 2`yê Kanûnê de komkujiyek li dijî şêniyên koçber ên Efrînê li Til Rifetê pêk anî û di encama wê de 10 sivîl, jê 8 zarok, şehîd bûn û 12 kes birîndar bûn. Heta niha tu rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar ên mafên mirovan û zarokan, der barê vê komkujiyê de helwesteke zelal nîşan nedaye.

Der barê komkujiyê û bêdengiya civaka navneteweyî û bi taybet rêxistinên pêwendîdar bi mafên zarokan de, endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Mihemd Emîn Niyîmî wiha axivî: "Bi bêdengiya xwe rêxistinên navneteweyî yên peywendîdar der barê vê yekê de û bi taybet rêxistina UNESCO tevgera xwe nîşan da ku diviyabû di zûtirîn demê de ev komkujiya li dijî zarokan şermezar bikira."

Emîn Neyîmî xuya kir ku komkujiya li dijî zarokan û sivîlan pêk hat, di demekê de ku civîna dewletên NATO`yê dihat lidarixistin, pêk hat.

Mihemed Emîn Niyîmî da zanîn ku rêxistin û saziyên cîhanî ji rêxistinên mafên mirovan û heta Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê, dozgerên Dadgeha Dadê ya Navneteweyî, Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û Dadgeha Strasbourgê ya Mafên Mirovan a Fransayê li hemberî rûdanên rastî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên, bê deng man û wiha dewam kir: "Ev yek dide diyarkirin ku rê dane dewleta Tirk ku terora cîhanî bi pêk bîne.”

Mihemed Emîn Neyimî destnîşan kir ku dewleta Tirk ku terora cîhanî li pêşiya rêxistinan pêk tîne, îdayên ku peywendîdarên aştî û ewlejiya navneteweyî ne red dike. Emîn wiha domand: "Sûcên ji aliyê dagirkeriya Tirk ji dagirkirina Cerablûs, Bab û Izazê û paşê li Efrînê, her wiha binpêkirina serdestiya Sûriyê, ew sûcên navneteweyî ne ku di sîstema Roma di dadgeha cezayên navneteweyî di dîroka 18 Tîrmeha 1998`an, ev sûc jî li gorî madeya 5, 6,7 û 8 tê cezakirin."

Mihemed Emîn Neyimî diyar kir ku ji mafê dozgerê giştî di dadgeha cezayên navneteweyî ye ku li dijî serokkomarê Tirkiyê û wezîrê parastina wê, serokê desteya artêşê û serokê istixbaratên Tirkiyê ku sûcan derheqê gelê herêmê pêk bînin.

Her wiha Mihemed Emîn Neyimî da zanîn ku berxwedana gelê herêmê, berxwedaneke rewa ye di aliyê zagona navnateweyî ye, li gorî madeya 51 ji peymana Neteweyên Yekbûyî. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu êrin li ser Tirkiyê nekirin, guleyek li hember wan neavêtin, lê Tirkiyê dest bi êrişan li ser gelê herêmê pêk anî.

(jo)

ANHA


Mijarên Din