Rêxistina Mafên Mirovan bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Bazirganiya Mirovan daxuyanî da

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Bazirganiya Mirovan ya Cîhanê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye hejmara sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê diyar kir û bang li NY`yê kir ku dawî li van sûcan bîne û dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Bazirganiya Mirovan ku 30`ê Tîrmehê ye û Neteweyên Yekbûyî (NY) bi biryara xwe ya 68/192’an erê kiriye, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê kirine, hatin eşkerekirin. Li gorî daxuayaniyê sûc ev in:

- Derdora 6 hezar û 500 kes hatine revandin û zêdetirî 3 hezar û 500 kes winda ne û çarenûsa wan ne diyar e, di nava wan de hezar jin hene û zêdetirî 700 kes jî rastî îşkenceyê hatine.

- Zêdetirî 65 kesan sûcên cinsî li dijî wan hatin kirin û ji ber pîvanên civakî, ewlehiyê û fikara canî, navên wan nehatine eşkerekirin.

- Zêdetirî 60 jin hatin qetilkirin û 3 jinan jî xwe kuştiye. Tê zanîn ku çekdaran jina ciwan a bi navê Melek Nebîh Xelîl Cuma qetil kir û yekser çapemeniya alîgirên muxalefeta Sûriyê ev bûyer derewand û heta niha çarenûsa wê ne diyar e, her wiha komên Hemzat jinên Kurd revandin û niha di girtîgehên wan de ne.

- Zêdetirî 563 sivîl hatin qetilkirin ji wan, 498 kes ji ber topbarana Tirkiyê û komên çekdar ên pê ve girêdayî.

- 55 kes bi îşkenceyê hatin qetilkirin.

- Rojnemevan Cecilia û hevserê wê hatin qetilkirin.

- 56 zarok hatin qetilkirin.

- Ji ber bombebarana dewleta Tirk û komên çekdar ên bi ser wê ve 68 birîndar hene, ji wan derdora 325 zarok in.

- Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çekdarên wê, 680 kes birîndar in, ji wan derdora 325 zarok in.

)eh(


Mijarên Din