Rêxistina Mafên Mirovan, daxwaza hêzên parastina aştiyê ya navdewletî û lêpirsîna sûcên Tirkiyê, kir

Rêxistina Mafên Mirovan, bang li NY’yê kir ku hêzên parastina aştiyê ya navdewletî li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê bicih bikin ku garantiya ewlehiya her du welatan pêk bê. Her wiha jî bang li avakirina komîteyekê ku sûc û bikaranîna çekên qedexekirî ya ji hêla artêşa dewleta Tirk ve lêkolîn bike, kir.

Rêxsitina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û Efrînê du daxuyanî ji raya giştî re der barê sûc û kuştinên meydanî daya raya giştî.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo daxuyanî ji hêla Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma li pêşiya Navenda Komseriya Penaberan a NY’yê ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo bi beşdariya bi dehan endamên rêxistinê yên Herêma Cizîr ve hat xwendin. Her wiha endaman wêneyên Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef ku bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûbû, wêneyên şehîdên ku di encama balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbûn û wêneyên qurbaniyên çekên qedexekirî, hildabûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşakirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmehê de dest pê kirin. Êrişên li dijî herêmê pêk hatine, bû sedema karaseta mirovî, kuştinên meydanî yên sivîl û tîmên tenduristiyê ye. Her wiha bi van êrişan re gund, bajar û mal hatin wêrankirin. Seriyên mirovan hatin jêkirin û şewatên bihov li bedena zarok û jinan de bi sedema bikaranîna çekên qedexekirî wek fosfora spî çêbûn.

Rêxistinê şehîdbûna 200 sivîl û birîndarbûna 650 belge kirin. Piranî ji wan zarok û jin in. Li rexê jî nêzî 300 hezar şênî ji malên xwe derketin û neçarî koçberiyê bûn. Bi êrişan re û li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, mal û dikan hatin dizîn û wêrankirin. Ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve gelek şêniyên ku di malên xwe de mane hatin kuştin.

Li gor mebestên NY’ê hêvî û daxwaz dikin ev bend pêk werin:

1-Dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, raweste û wek dagirkirinê ji xaka dewleteke xwedî serwer û binpêkirineke li dijî mîsqaên NY’yê re bê hesibandin.

2-Peymana ku di navbera Yekitiya Rûsyayê û dewleta Tirk ku 22.10.2019’an de pêk hatiye, bi taybet benda 3’emîn ku vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê û Girê Spî ji malên wan re ji ber hebûna komên alîgirên dewleta Tirk garantor nake, napejirînin. Ew çete binpêkirinên terorî, dizîn, wêrankirin û kuştinê pêk tînin. Da ku vegera şêniyan li malên xwe bi ewle û garantor be, divê hêzên dewleta Tirk û alîgirên wê ji bajarê Sûriyê vekişin.

3-Divê hêzên paratina aştiyê yên navdewletî li ser sînorê di navbera Sûriyê-Tirkiyê de ku garantiya ewlehiya her du welatan bike, bê belavkirin.

4-Divê komîteyên lêpirsînê yên navdewletî da ku sûcên ku artêşa dewleta Tirk û komên alîgirên wê bi mafên sivîlan de bi taybet bikaranîna çekên qedexekirî lêkolîn û lêpirsîn bikin, bê avakirin. Her wiha jî divê dadgeheke taybet der barê kesên binpêkirinên mirovî pêk anîne û di serî serokkomarê dewleta Trik Recep Teyyip Erdogan ku darizînin, bê avakirin.

5-Divê korîdora mirovî û rakirina cenazeyên li bajarê Serêkaniyê û gundewarên girêdayî wê, bi lezgînî li ser bê xebitandin û vekirin.

6-Divê fişar li dijî dewleta Tirkiyê ku komên alîgirê wê were kirin da ku mal û milkiyên şêniyan nedizîn û garantiya vegera ewle ya şêniyan li malên xwe jî, were kirin.

7-Divê ji dewleta Tirk bê xwestin ku zirara ku di êrişên xwe yên li dijî şêniyan û herêmê de çêbûye, bedel bide.

Şehba

Li Şehbayê, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê daxuyaniyek der barê dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binpêkirina qanûnên navdewletî û pêkanîna sûcên şer de bi beşdariya bi dehan hiqûqnas û endamên rêxistinê li kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, weşand.

Daxuyanî ji hêla endama Rêxistina Mafên Mirovan Hiyan Elî ve bi zimanê erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne de hat kirin. Her wiha hat piştrastkirin ku êrişên dewleta Tirk binpêkirina mîsaqa NY’yê ne, bi taybet madeya 2’emîn ku divê tevahî dewlet li hember serweriya dewletên dîtir de di dema şeran de rêzdar bin û hêz li dijî aştiya xakê neyê bikaranîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat diyarkirin: "Sûcên ku bi mafên sivîlan de li pêş çavên cîhanê de pêk tên, li gor mîsaqa Dadgeha Nuremberg a Leşkerî ya Navdewletî ya sala 1945’an û madeya 8’emîn a sîstema Roma ya bingehîn a di Dadgeha Sûcên Navdewletî ya 1988’an de mîna kuştina bimebest a sivîlan, axaftinên nebaş, kuştina revandiyan, dîzîna milkên giştî û taybet, kuştina meydanî(wek sûca meydanî ya siyasetmedar Hevrîn Xelef û çend kesên pê re di 12.10.2019’an de), sûcên şer ên herî mezin in.

(fr)

ANHA


Mijarên Din