Rêxistina Mafên Mirovan: Divê hesab ji Tirkiyê were xwestin

​​​​​​​Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê diyar kir ku divê li beramberî binpêkirinên dewleta Tirk tevgreke navdewletî ya lezgîn hebe û kesên ku binpêkirinan pêk tînin radestî dadgehên navneteweyî werin kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li pêşiya Komseriya NY`yê ya koçberan a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo, daxuyaniyek da. Bi dehan dezgehên çapemenî yên herêmî û navneteweyî û endamên rêxistinê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji ailyê hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevahî cîhan bi navê "Ciwan parastina mafên mirovan dikin" vê rojê pîroz dikin. Her wiha hat diyarkirin ku rola ciwanan di avakirina welat, parastina wê de sereke ye, ji ber ciwan pêşengên avakirin û pêkanîna geşedanê ne, her kesê ku ciwanên wan hebin, pêşeroja wan jî heye. 

‘SÛCÊN TIRKIYÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ GIHÎŞTIN ASTA SÛCÊN QIRKIRINA KOMÎ’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî rewşa heyî ya mafên mirovan paşketinên berbiçav hene, bi taybet tişta ku artêşa Tirk a dagirker û fesîleyên Sûriyê ku destekê didin wan, ji binpêkirinên mafên mirovan li Bakurê Sûriyê, ew sûc dikevin nava sûcên qirkirina komî û sûcên şer ên li dijî mirovahiyê.

Her wiha hat destnîşankirin ku kiryarên ku artêşa Tirk a dagirker û fesîleyên Sûriyê ku destekê didin wan, dema ku bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û êrişên berfireh ji kuştin, hilweşandina malan, talankirina berhemên çandiniyê û di encama wê de bi sed hezaran sivîl koçber bûn, pêkanîna qirkirina etnîk û demografiyê, ev hemû bi rêya Tirkmen û penaberên Sûriyê ji herêmên El-Xûta, Idlib, Helebê û bicihkirina wan li herêmê, tê kirin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn û hat gotin ji ber wê  karesateke mirovî ji ber hatina demsala zivistanê çêbû, ev yek bareke din li ser Rêveberiya Xweser çêdike, ji ber derfetên wê jî kêm in bi taybet ji ber hejmara koçberên li herêmê zêde bûye (98 hezar) û koçber li ser çend kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibin.

‘TOPBARANA LI TIL RIFETÊ KIRYARA HERÎ TIRSNAK A DEWLETA TIRK E’

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got hejmara kesên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest daye û kesên birîndar bûne, zêdeyî hezar û 321 kesan e û hat diyarkirin ku ew ya herî tirsnak e ji binpêkirinên dewleta Tirk, topbarana bêserûber li djî sivîlan di 2`yê Kanûnê de û di encama wê de 10 sivîl, ji wan 8 zarok, şehîd bûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din