Rêxistina Mafên Mirovan lêkirina dîwarê li Efrînê şermezar kir

Rêxistina Mafên Mirovan got Tirkiyê sûcên şer der heqê gelê Efrînê de pêk anîn û destnîşan kir ku Tirkiye li gorî madeya 42’an a Lîsteya Laheyê ya sala 1907’an dagirkeriyê pêk tîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê der barê lêkirina dîwar di navbera Efrîn û kantona Şehbayê de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, îro daxuyaniyek ji raya giştî re li Kampa Serdemê li kantona Şehbayê da.

Bi dehan parêzer û şêniyên Efrînê yên di Kampa Serdemê de amade bûn û daxuyanî ji aliyê çalakvan Hîyan Elî ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wek Rêxistina Mafên Mirovan dibînin ku destwerdana Tirkiyê di xaka Sûriyê de dagirkerî ye. Ji ber tu belgeyên wê yên fermî ku derbasî xakeke din bibe, tune ye. Ev yek jî li ser dewleta Tirk ne nû ye. Ji ber vê yekê em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bike û îcbar bike ku ji Bakurê Sûriyê vekişe û aloziyan çareser bike, rêzê bide îrade û pêşdîtinên gelê Sûriyê di pêkanîna çarenûsa xwe de.

Her wiha em bang li dewleta Sûriyê dikin ku destwerdaneke lez ji bo parastina xaka wê ji çavberdanên Tirkiyê bike. Divê xaka Sûriyê ji her alî ve were parastin.

Her wiha em bi tundî dagirkeriya Tirkiyê di xaka Sûriyê de û kiryarên li ser gelê Sûriyê û belavkirina fitneyan di navbera pêkhateyan de û bi taybet li Efrînê şermezar dikin.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din