Rêxistina Mafên Mirovan: Mexmûr di nava xetereyê de ye

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê hişyarî da ku heger hikumeta Başûrê Kurdistanê ambargoya li ser kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) raneke dê karesatên mirovî pêk werin.

Ji 18`ê Tîrmeha 2019`an ve hikumeta herêma başûrê Kurdistanê ambargoyê li ser Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ferz dike. Ev yek piştî ku cîgirê konsolê Tirkiyê yê Hewlerê 17`ê Tîrmeha 2019`an hat kuştin de pêk hat.

Meclisa Gel a Kampa Rustem Cûdî (Mexmûr) di çarçoveya alîkariya bergiriyên li hember vîrusa koronayê (Covid-19) di 27`ê Adarê de nameyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bi rê kir. Meclisê di nameya xwe de li hember vîrusê banga alîkariyê kir. Di nameyê de hat gotin ku madeyên tenduristiyê, dezenfektekirinê û pêwîstiyên tenduristiyê mîna mask û lepikan pêwîstiyên wan ên sereke ne.

‘DIVÊ HER KESEK ALÎKARIYÊ BIDE PENABERAN’

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma jî diyar kir ku li gorî zagonên navneteweyî yên parastina mafên mirovan ku divê hemû berpirsên kampan girîngiyê bidin kesên ku di kampan de dijîn. Evîn Cûma got divê hemû alîkariyên pêwîst ji wan re pêşkêş bikin û wiha dewam kir: "Ferzkirina ambargoyê li ser kampê di vê demê de pêvajoya xetereyeke pir mezin li ser penaberên di kampê de dike.”

‘DIVÊ AMBARGO RABE’

Evîn Cûma bang li rêxistinên pêwendîdar jî kir ku erka xwe ya mirovî li beramberî kesên di kampê de bi cih bîne, ambargoyê rake û xizmetên pêwîst pêşkêş bike.

Li gorî rêveberiya kampê niştecihên kampê nêzî 12 hezarî ne. Ruxmî ku kamp di bin çavdêriya komseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî, ji sala 2015`an ve tu alîkar û pêwîstiyên tenduristî ji bo kampê nehatine kirin.

‘PARASTINA TENDURISTIYÊ JI PÎVANÊN PARASTINA MAFÊN MIROVAN E’

Evîn Cûma kiryarên hikumeta herêma başûrê Kurdistanê yên li dijî niştecihên Kampa Rustem Cûdî wek kiryarên li dijî mafên mirovan pênase kir û got: “Pîvanên navneteweyî bi vî şeklî tên binpêkirin. Li gorî pîvanên navneteweyî yên parastina mafên mirovan parastina tenduristiya mirov yek ji bendên sereke ya parastina mafên mirovan e.”

Evîn Cûma bang li hemû rêxistinên pêwendîdar û komseriya NY`yê jî kir ku ambargoya li ser kampê rakin û pêwîstiyên xizmeta tenduristiyê derbasî kampê bikin da ku vîrusa korona di kampê de belav nebe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din