Rêxistina Mafên Mirovan: Qutkirina ava Elokê sûcê şer e

Têkildarî qutkirina ava stasyona Elokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ragihand ku qutkirina avê ji ser şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê "sûcekî şer e" û li gorî Hevpeymana Romayê divê hesab were xwestin.

Dewlata Tirk a dagirker ku bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê dagir kirine, ava stasyona Elok qut kir. Stasyona avê ya Elok ava vexwarinê dide şêniyên bajarê Hesekê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de ev yek parve kir: "Di kêmî mehekê de artêşa Tirk û komên Sûriyê yên çekdar ên bi nave ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ 2 caran ava stasyona Elok a herêma Serêkaniyê ya dagirkirî qut kir."

Rêxistinê destnîşan kir ku ev stasyon avê dide 460 hezar sivîlên li bajarê Hesekê, navçeya Til Temirê, her wiha kampa Holê ku zêdetirî 73 hezar koçber û malbatên çeteyan lê hene, kampa Erîşa û bajarokê Şedarê û ev jî nîşan dide ku jêdera sereke ya ava vexwarinê ye.

Rêxistinê piştrast kir ku qutkirina ava stasyonê rewşa mirovahiyê dixe xetereyê, nexasim di demeke wiha de ku li Sûriyê haletên belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) hatine tomarkirin, li gel vê yekê heke bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê kêm bibin, dê li herêmê karesateke tenduristiyê biqewime, şêniyan ji bergiriyên pêwîst ên paqijkirina destan û xweparastinê bê par bike û bi vê yekê şênî û nemaze zarok bi xetereya vîrusê re rû bi rû bimînin.

Daxuyaniyê wiha li zêde kir: "Em wek Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê vê kiryarê şermezar dikin û qutkirina ava vexwarinê ji ser şêniyan wek sûcekî şer radigihînin. Li ser vî esasî û esasê ku li gorî Hevpeymana Romayê ku ji bo Dadgeha Ceza ya Navneteweyî hatiye îmzekirin, dibînin ku divê hesab were xwestin."

Rêxistinê kiryara qutkirina avê wek pêkanîna berjewendiyên siyasî û leşkerî û paşguhkirina rewşa mirovî bi nav kir û wiha da zanîn: “Di dawiyê de em bang li DYA, rêxistinên navneteweyî û mirovî yên ku têkiliyan wan bi Koalîsyona Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê re hene ku vî kiryarê dermirovî şermezar bikin û yekser destwerdanê bikin û zextê li artêşa Tirk a dagirker bikin da ku avê bide şêniyan û hewcedariya şêniyan bi avê wek çekekê bi kar neynin, her wiha divê çareseriyê ji stasyona Elok re bibînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din