Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî lîsteyeke lêpirsînan têkildarî Sûriyê derxist

Gerînendetiya Giştî ya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ragihand ku lêpirsînvan wan ên ji bo aliyên ku êrîşên kîmyewî li Sûriyê pêk anîne yên erkdar, lîsteyeke lêpirsînan a ku dê pêk bînin, ruxmî redkirina Rûsya û rejîmê amade kir.

Li gorî rojnameya Şerq El-Ewset, gerînendeyê giştî yê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Fernando Arias di raporê de ji dewletên garantor re got ku lêpirsîna kîmyewî dê li ser dirêjahiya 3 salên bê 9 bûyeran nîqaş bike û wiha da zanîn ku niha tîm bi hemû hêza xwe dixebite.

Fernando Arias wiha got: "Lîsteya destpêkê ya der barê bûyerên ku dê lêpirsîn li ser bibe, hat amadekirin û xebat bi dewletên garantor, aliyên navdewletî û herêmî re tê kirin.”

Dewletên garantor ên rêxistinê di 2018’an de biryar da ku lêpirsînvan tevî nerazîbûna Şam û Moskovê jî, aliyên ku êrîşên kîmyewî li Sûriyê pêk anîne, diyar bikin. Lêpirsîn jî tenê der barê ku çekên kîmyewî bi kar hatine yan na, bêyî diyarkirina tu aliyan bû.

Sûriyê, agahiya redkirinê dabû gerînende û tîma wî ya nû der barê daxuyaniya derbasbûna xaka wê de. Li rexê jî Şam û Moskovê rêxistin a ku navenda wê li Laheyê ye, bi "xapandina siyasî" anku siyasetkirinê bi nav kir.

Dengeya ku Fernando Arias pêşkêşî dewletên garantor kir, ew e ku tîm 3 lêpirsînan salane di salên 2019, 2020 û 2021’an de pêk bîne.

Lê belê Fernando Arias tu hûrgilî li ser bûyerên destpêkê yên ku dê lêpirsîn der barê de bê kirin, zelal nekirin. Li aliyekî din jî dewletên rojavayî daxwaz ji tîma nû kir ku leza diyarkirina aliyên êrîşa Doma ya Sûriyê di Nîsana 2018’an de kiriye, bikin ku bûye sedema kuştina 40 kesî. Rêxistinê jî di rapora di 2’yê Adarê de weşandiye, eşkere kir ku dibe gaza klorê bi kar hatibe.

Lê rêxistinê berpirsyara vê êrîşê neda ser tu aliyekî. Her wiha bûyerên 2014’an jî divê di asta azadiya lêpirsînê de bin. Ji dema 2014’an ve rêxistin guman dike ku 39 êrîşên bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê pêk hatine.

Komîteya hevkar a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî û Neteweyên Yekbûyî (NY) de aliyê berpirsyar ê bikaranîna 6 bûyeran, diyar kir. Lê belê Rûsyayê di 2015’an de denge vetoyê da ku eşkere nebe.

Dewletên garantor ên rêxistinê der barê hiştina Sûriyê ya çekên kîmyewî li gel xwe, tevî ragihandina Sûriyê ya nehiştina van çekên jî di 2013’an, bi fikar in.

Fernando Arias di rapora berê ya vê mehê de ragihand hin bermahiyên madeyên kîmyewî yên qedexekirî li hin cihên Sûriyê hatin dîtin. Fernando Arias got bermahiyên çekên jehrî û alavên hilberîna wan li nuqteyeke dîtir jî hatine windakirin.

Girêdayî heman mijarê, balyozê Kanadayê Sabine Nolke yê li gel rêxistinê  got: "Guman heye ku hê jî li gel Sûriyê hin madeyên kîmyewî ji rojeva yekemîn hene û ji nav jî gaza sarîn û xerdel in".

Ji aliyê xwe ve jî balyozê Brîtanyayê Peter Wilson ê di rêxistinê de da zanîn ku tiştê hatiye dîtin fikaran der barê mezinbûna bernameya çekên kîmyewî yên ne aşkere yên li Sûriyê zêde dikin. Şamê di 2013’an de li ser devjêberdana bernameya çekên kîmyewî erê kir. Di heman demê de bomberanên asîmanî yên DYA’yê û Fransayê ya bersivdana êrîşa gaza sarîn a ku bûye sedema kuştina hezar – 400 kesî li Xotaya Şamê, hatin. Rêxistinê di wê salê de xelata Nobl a aştiyê wergirt.

(fr)


Mijarên Din