Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Geşkirinê dest bi alîkariya mexdûrên lehiyê kir

Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Geşkirinê dest bi piştevaniya şêniyên ku zirar ji lehiyên ku li gundên navçeya Til Hemîsê dîtine, kir.

Piştî lehiyên ku li gundên navçeya Til Hemîsê rabûn û gelek zirar gihaştin milkên gel, şênî neçar man ku berê xwe bidin dibistanên navçeyê. Her wiha da ku westan ji ser şêniyan bê rakirin, Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Geşkirinê xwarin û pêdiviyên zarokan belav kirin.

Endamê rêxistinê Abdullah Mamo diyar kir ku armanc ji vê gavê ew e ku westana zêde ya li ser şêniyên ku zirar di encama lehiyê de dîtin, were rakirin. Her wiha hêvî ji rêxistinên pêwendîdar kir ku dest tê werdin û rola xwe ji bo alîkariyê bilîzin.

Mamo da zanîn ku Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Geşkirinê dê alîkariya şêniyan bidomîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din