Rêxistina Sara: Divê rêxistinên jinan li herêmên dagirkirî rewşa jinan bişopînin

Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî jinên Efrînê şermezar kirin û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin û derbasî herêmên dagirkirî bibin da ku rewşa jinan bişopînin.

Di daxuyaniya rêxistina Sara de wiha hate gotin:

“Artêşa Tirk û komên tundraw hîn jî li dijî sivîlan û jinan sûcan pêk tînin, sûcên belgerkirî yên li dijî mafên mirovan û jinan asta dermirovî û hovîtiya li dijî jinan diyar dike. Tevî ku Neteweyên Yekbûyî (NY) parastina jin û zarokan û sekinandina sûcên li dijî wan diyar dike, lê dîsa jî artêşa Tirk sûcan pêk tîne.

Ji dema dewleta Tirk êrişî bajar û herêmên bakurê Sûriyê kir û hîn zêdetir rêzesûc pêk anîn, sûcên qetilkirin, revandin û şantejê hişt jiyana sivîlan di xetereyeke mezin de be, derî li pêşiya sûcên hovane vekir, jin bindest bûn û rastî heqaretê hatin. Bi darê zorê wan didin zewicandin û ji mafên xwe bêpar man. Rastî hovtirîn sûcên bedenî, derûnî û zayindî hatin. Di vê derbarê de raporên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê belge kir ku ji 20 Çileya 2018`an û heta Hezîrana 2020`an 50 jin li ser destê dewleta Tirk û milîsên wê yên cîhadîst ên li Efrînê hatine qetilkirin.

Em jî wek Rêxistina Sara rewşa jinan li herêmên dagirkirî bi baldarî dişopînin, ji ber sûcên li dijî jinan rojane zêde dibin, lewma em sûcên dewleta Tirk şermezar dikin.

Li gel vê yekê bêdengiya navneteweyî şermezar dikin û bang li rêxistinên navneteweyî yên peywendîdar dikin ku bi erka xwe rabin, van sûcan eşkere bikin û da ku rewşê ji nêz ve bibînin, bila derbasî herêmên dagirkirî bibin, komîteyeke şopandinê bê avakirin û hesab ji sûcdaran bê xwestin."

(eh)


Mijarên Din