Rêxistina Sara li hemberî şidetê soza mezinkirina têkoşînê da

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Şideta li ser Jinan, sûcên civakê û şideta dijî jinan şermezar kir û soza mezinkirina têkoşînê dijî hişmendiya desthilatdariyê dan.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî  Şideta li ser Jinan a şaxê bajarê Hesekê bi beşdarbûna bi dehan jinên bajêr daxuyaniyek da û sûc derheqê jinan de têne kirin şermezar kir. Daxuyanî li çerxerêya Itifaiyê ya bajarê Hesekê ji aliyê Hevserokê Meclisa herêma Hesekê Civîn Remo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di çarçoveya tekoşîna jinan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bi armanca bidestxistina mafên xwe de û bi destpêkirina pêngavên tekoşîna  li dijî şideta li ser jinan, îro em rastî sûcên herî qirêj derheqê jinan de tê kirin tên, adet û kevneşopiyên paşverû li ser jinan hatibû ferzkirin jin ji hemû qadên civakê dûr xistibû."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan di encamên hişmendiya baviksalarî de jin di temenên biçûk de têne zewicandin û wekî alava xizmeta mêr tê bi karanîn. Ji ber vê yekê Macîde Hisên a 18 salî ji gundê El-Serab li bajarokê Mexrûm dawî li jiyana xwe anî.

Di daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku kesayeta xwe bi hêz bike, li şûna ku bi sedemekî jiyanî dawî li jiyana xwe bîne li hemberî zehmetiyan bisekine û rola xwe ya dîrokî vegerîne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em wek Rêxistina Saya ya Têkoşîna li Dijî Şideta li ser jinan, sûcên civakî û şideta dijî jinan şermezar dikin û li hemberî hişmendiya desthilatdar soza mezinkirina têkoşînê didin. Her wiha em vê hişmendiyê bi tundî red dikin, em teqez dikin ku hemû pêkhateyên civakê bila her ferdekî wê rola xwe ya aktîf bilîze û rê li ber van bûyeran bigre."

Hêjayî bibîr xistinê ye ku ciwana bi navê Macîde Hisên Hemadê ya 18 salî xwe kuşt, li gorî ku lêkolînên ku hîna didomin ciwanê ji ber şideta li ser wê hate kirin dawî li jiyana xwe anî.

Li gorî endama Rêveberiya Kongreya Star a kantona Hesekê Şêrîn Oso ku di 4 mehên dawîn de 3 jin hatin kuştin, yek li navçeya Zirgan û bajarê Hesekê, ji ber şideta derheqê wan de tê kirin.

(jo)

ANHA 


Mijarên Din