Rêxistina Sara pêngava "Dengê min bi dengê te re na ji qetilkirina jinan re" bi dawî kir

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan pêngava xwe ya "Dengê min bi dengê te re na ji qetilkirina jinan re" ku 40 rojî dewam kir, bi dawî kir.

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi daxuyaniyekê encamnameya pêngava xwe ya bi navê "Denga min bi dengê te re na ji qetilkirina jinan re" ragihand.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Ev 23`ê sal in em li ber xwe didin û bi armanca şermezarkirina zilim û zordariya li dijî mirovahiyê bi giştî û jinan bi teybet bi bîr tînin.

Hemû jinên cîhanê dadikevin qadan û banga rawestandina tundiya li ser jinan dikin, lê li vê cîhanê bi kesa jinên azadîxwaz ên Bakur û Rojhilatê Sûriê me serkeftinek pêkanî ku dîrok bibe şahidê wê. Mêr bi xwe derketin qadan banga na ji tundiya li ser jinan re kirin. Êdî mirov dikare bibêje ku keda me ber û cih girt û berdêlên xwişkên Mîrbal jî rêya jinan ronî kir.

Me di dirêjahiya 40 rojan de welatî li ser dilovanî û hezkirinê hişyar kir û bi hemû hêza xwe dest bi pêngava xwe kir, li ser vê yekê me ji her çar nivîsgehên xwe, li Qamişlo, Hesekê, Kobanê û Sirînê dest pê kir. Her wiha me semînerên belavkirina zanînê li dar xistin û  kampên bajaran xistin plana xwe. Hejmara kesên di 13 semîneran de sûd jê wergirtin, gihaşt 324 mêr û jin û hezar belavok hatin belavkirin. Belavok ji van nuqteyan pêk dihat:

-Pênasekirina rêxistinê.

-Çîroka Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ya hate şîrovekirin.

-Pênasekirina tundiyê, aweyê wê û çareserkirina wê, her wiha 600 pankartên bi nivîsên na ji tundiyê re li hemû bajar û kampan hatin daliqandin û tablo li ketinên bajar û gundan hatin daliqandin.

Li aliyekî din jî me bi tora "Pêşengên Aştiyê" û Komeleya " Şewişka" bi dirûşmeya "Ji ber ku tu azad î" pêngaveke hevbeş li dar xist û di vê çarçoveyê de me semînerên têkildarî tundî û qanûnên jinan orgenîze kirin.

Her wiha me serdana gundê Jinê (Jinwar) kir ku serkeftinek ji serkeftinên jinan e û da em diyardeyên israrkirina li dijî tundiyê nîşan bidin.

Pêngav hemwextî Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ku ji aliyê Komeleya NY`yê 1950`î hatiye ragihandin, bi dawî bû. "

Di dawiyê de Rêxistina Sara encamên tundî û binpêkirinên mafên mirovan û sûcên 2021`ê li dijî jinên kantonên Cizîrê û Firatê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ew jî wiha ye:

Qamişlo: 27qetilkirin, lêdan 16, heqaret 9, destdirêjî3, destdirêjiya zayendî9, berdan39, xwekuştin 17 û  hewldana xwekuştinê12.

Hesekê: qetilkirin9, lêdan 2, xwekuştin 4 û hewldana xwekuştinê 7.

Kobanê: qetilkirin4, lêdan 58, heqaret 3, gefa qetilkirinê 5, xwekuştin 9 û hewldana xwekuştinê 15.

Sirîn: Lêdan 16, destdirêjî 2 û xwekuştin 4.

Bi giştî li herêma Cizîrê û Firatê 40 jin hatine qetilkirin, 92 lêdan, 12 heqaret, 24 gefa qetilkirinê, 5 destdirêjiya zayendî, 39 berdan, 37 xwekuştin û 34 hewldanên xwekuştinê."

(eh)

ANHA


Mijarên Din