Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li hemberî koronavîrûsê videoya Kurdî weşand

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji bo tedbîrên li dijî koronavîrûsê vîdeoyek parve kir, vîdeo bi zimanê Kurdî jî hat weşandin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), ji bo tedbîrên li dijî koronavîrûsê vîdeoyek parve kir. Vîdeo bi zaravayê Kurmancî yê zimanê Kurdî jî hat parvekirin.

Di vîdeoyê de, ji bo parastina ji koronavîrûsê bal kişand ser paqijiya destan. Heman deme de dema kuxikê de jî bi hindirê mil dev were girtin.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê jî  bi gelek zimanan vîdeoyek li dijî koronavîrûsê weşand, lê rexma ku bi milyonan Kurd li Tirkiyê dijîn, vîdeo bi zimanê Kurdî nehat amedekirin.

ANHA


Mijarên Din