Rêxistineke hiqûqî: Tirkiye û çeteyê wê cihên dîrokî yên Efrînê wêran dikin

Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriyê belge kir ku dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, li Efrîna dagirkirî, bê ser û ber bi alavên giran cihê dîrokî yê Nebî Horî dikolin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi navê Siqûr El-Şîmal li dijî cihên dîrokî yên li Efrînê sûcan pêk tînin, jê jî kolandina cihê dîrokî yê Nebî Horî ye. Nebî Horî bi vanan jî Sîros, Qoroş tê nasîn.

Cihê Nebî Horî dikeve navçeya Şera ya bakurê rojavayê kantona Efrînê bi nêzî 45 km û li nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê ye. Nebî Horî ji kevntirîn cihê dîrokî li bakurê Sûriyê ye û şaristaniya wê bi hezar salan e.

Li gorî rêxistinê, di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 20’ê Çileya 2018’an de cihê dîrokî yê Nebî Horî rastî topbaranên tund hat.

Rêxistinê diyar kir ku wê wêneyên belgekirî yên kolandina Nebî Horî bi alavên giran û wêrankirina wê bi dest xistine, ji wê zêdetir jî parçeyên şûnwarî ji tabloyên fuseyfîsa (fayans), qermît, cam û hwd hatine wêrankirin.

Rêxistinê eşkere kir ku kolandin bi alavên giran bi rûbereke fireh a zêdetirî 60 hêktarî pêk hatiye. Li gel wê jî li gorî gotinên şêniyan, dîwarê bajêr ji aliyê rojhilat û başûrê rojhilat ve di navbera zeviyên zeytûn û aliyên başûrê rojavayê ve jî hatiye kolandin. Ev rûbereke fireh e ku hatiye wêrankirin. 

Rêxistinê destnîşan kir ku dewleta Tirk gelek caran hewl da rastiya li ser kolandina cihên dîrokî yên li Efrînê binixumîne û derew derxe. Ev yek jî binpêkirina qanûn û mîsaqên navneteweyî ye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî cihên dîrokî yên li Efrînê pêk anîne, ji sedî 25 ji sûcên wê yên li ser erdê hatine belgekirin.

Rêxistinê piştrast kir ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li kantona Efrînê ya dagirkirî li dijî tevahî mîsaq û peymanên navneteweyî yên taybet bi parastina mal û milkên çandî ne, mîna peymana Lahy (1954) û protokola wê, UNESCO(1970 û 1972) û biryara Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî ya bi jimareya (2139) a 2014’an. Di van peyman û biryaran de bang li tevahî aliyan hat kirin pirrengiya dîrokî ya mîrasa Sûriyê û çanda wê biparêzin û rizgar bikin. Her wiha Konseya Ewlekariya Navneteweyî biryara bi jimareya 2199 a 2015’an derxist ku bazirganiya mal û milkên li Iraq û Sûriyê qedexe ye, li aliyekî din jî biryareke din a bi jimareya 2347 a 2017’an de jî derxistin ku divê parastina mîrasa mirovî bê kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê îşaret pê kir ku kolandin, wêrankirin û talankirina bi alavên giran hê jî heta niha berdewam e û bang li destwerdana lez û muhasebkirina sûcdaran kir.

(fr)

ANHA


Mijarên Din