Rêxistineke navneteweyî: Ji sedî 80 ji qurbaniyên çekên qedexekirî Sûrî ne

Rêxistina ICBL-CMC a navneteweyî da zanîn ku ji sedî 80 ji qurbaniyên çekên ku di navnetewî de qedexekirî ne, xelkên Sûrî ne.

Li gorî rojnameya The New York Times, rêxistina ICBL-CMC piştrast kir ku hejmara qurbaniyên par ji ber bombeyên guşî zêdetir bûye û sedema vê yekê bi gelemperî bibikaranîna hêzên hikumeta Şamê ji van çekan re ye.

Li gorî rêxistina ICBL-CMC ji ber bombeyên guşî yan jî bermahiyên wê herî kêm 286 kes hatin kuştin û birîndar bûn, ji wan 219 kes sûrî ne. Lê di 2018`an de tenê 149 kes bûn.

Rêxistina ICBL-CMC daxuyand ku di navbera salên 2010 û 2019`an de li 20 dewletan û herêmên din herî kêm 4 hezar û 315 kes ji ber bombeyan hatin kuştin, lê zêdetirî ji sedî 80 welatiyên Sûriyê bûn. Hemleyê îşaret pê kir ku li Sûriyê ji Tîrmeha 2012`an ve agahiyên 686 êrişên bi bombeyan bi dest xistin, ji ber vê yekê herî zêde ev çek lê hatiye bikaranîn, Sûriyê ye.  

(eh)


Mijarên Din