Rêxistinên çapemeniyê nerazîbûn nîşanî rapora SETA‘yê dan

Li gorî  rapora tora Euronews" a Ewropayê parve kiribû, sandîkaya rojanamegeriyê ya Tirkiyê ku ne girêdayê hikûmetê ye dê li dijî saziya bîrdozî (SETA) ya ser bi hikûmetê ve dozeke dadgehî veke. Sedema vekirina dozê ew ku saziyê di raporek xwe de navên rojnamegerên di nav de rojnamevanên ku li kanala Euronewsê wekî "Lîsteya Reş" parve kiribû.

Navenda Lêkolînên Civakî, Aborî û Siyasî (SETA) di 6'ê Tîrmehê de raporeke bi sernavê "Dirêjahiya Saziyên Medya Ya Navneteweyî ya li Tirkiye" belav kiribû. SETA bi vê raporê navên rojnameger û xebatkarên çapemeniyê yên BBC Tirkî, DW Tirkî, Dengê Amerika, Sputnik Tirkî, Euronews Tirkî, Independent Tirkiye û CRI Turk (Radyoya navneteweyî ya Çinê) rêz kirin û paşerojên rojnamegeran û xebatên wan parve kirine. Di raporê de tespîtên ku tu eleqeya vê bi sinc û etîka rojnamegeriyê tune ye  mîna şopandina bûyerên derbeya mezin a 2016‘an parve kirine.

Di vê çarçoveyê de Yekitiya Rojnamevanan Tirkiyê li ser malpera xwe ya twittrê got ku dê gilîmaneyekê li dijî Saziya Lêkolîna Aborî û Civakî (SETA) pêşkêşî dadgeha sereke ya li Stenbolê bike.

Di rapora ku ji 202 rûpelan pêk tê de agahiyên hûrgilî li ser rojnamevanên weke erkên wan ên berê, saziyên ku di nav de kar kirine beriyê tevl li saziyên biyanî bibin. Her wiha parvekirinên wan li ser torên civakê.

Rojnamevanekî Tirk Gunaydin Anis ê ku di beşa Tirk a Euronewsê de dixebitî ji Euronews a Erebî re axivî: "Ev rapor ne yekalî ye, "SETA" parvekirin û nêrînên ku rojnamevanan di twîttên xwe de parve dikirin dişopand û bi raporên xwe ve girêdane. Em rojnamevan der barê rewşa Tirkiyê de em ne objektîf û ne jî yekalî ne."

Gunaydin Anis wiha domand: "SETA daxwaz ji kesên ku raporên ne yekalî dibînin ên ji hêla çapemeniya biyanî ve ku der barê rewşa Tirkiyê  wan agahdar bikin.

Gelek rojnamevan û rêxistinên girêdayê mafê rojnamegeriyê di nav de Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor a navenda wê li Parîsê ye rapora SETA şermezar kirin.

Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor li ser hesabê xwe yê tiwîtterê ev tişt parve kir: "Rapora dawî ya ji aliyê Saziya SETA ve  ya girêdayê hikumetê derketiye, li ser nûçegihanên ku di torên çapemeniyên biyanî de dixebitin, astengiyê çêdikin. Ji lew re em vê hewldana nû ya bi armanca tirsandinê şermezar dikin û li rex hevalên xwe yên ku hatine hedefgirtin, disekinin."

Li gorî rapora Nûçegihanên Bêsînor a sala 2018‘an ji 180 dewletên cîhanê ku azadiya çapemeniyê asteng dikin, Tirkiyê di radeya 157‘an de ye.

Li gor rêxistina "B24" a Azadiya Rojnamegeriyê, 140 rojnamevan di girtîgehên Tirkiyê de ne. Piraniyên wan di pêngava piştî darbeya Tîrmeha 2016’an de hatin binçavkirin.

(fr)


Mijarên Din