Rêxistinên li herêmê ji bo nirxandina rewşa mirovî civiyan

Ji bo nirxandina pêşketinên dawîn û rewşa mirovî, Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû rêxistinên navneteweyî û herêmî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, li bajarê Hesekê civîneke berfireh li dar xist.

Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistina Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola xwaringeha Teyfûr a li bajarê Hesekê, ji bo nirxandina pêşketinên li herêmê û rewşa mirovî bi hemû rêxistinên li herêmê re civînek li dar xist.

Di civînê de nêzî sed nûnerên rêxistin û komeleyên herêmî, cîgirkê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Hemo, Hevserokê Kar û Barên Mirovî ya herêma Cizîrê Xalid Îbrahîm, Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abullah û Hevserokê Kar û Barên Koçberan a herêma Cizîrê Mehmûd Kero, beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, Bedran Çiya Kurd spasiya beşdaran kir û wiha got: "Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ne tenê gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwin, lê belê gefan li welatên din wekî Iraqê û Lîbyayê jî dixwe û deryaya Spî û seranserê herêmê dixe xeteriyê."

Çiya Kurd wiha dewam kir: "Rêveberiya Xweser zirareke mezin ji ber siyasetên dewleta Tirk dît. Dagirkeriya Tirk herêm û dewletên cîran hedef girt û sûcên şer li dijî sivîl û zarokên li herêmên dagirkirî pêk anî. Ev sûc eşkere nebûn, lê belê bi hewldan û berxwedana xwe me rûyê dagirkeran ji tevahî cîhanê re eşkere kir."

Çiya Kurd destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi êriş û gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî dagirkirina gelek herêman, hîna jî gelên herêmê dixe xeteriyê. Tirkiye heta niha dem dem êrişî dike û herêmên ewle dike hedef."

Çiya Kurd her wiha diyar kir ku ji ber êrişên dewleta dagirker bi hezaran sivîl bi darê zorê ji malên xwe koçber bûn û gelek binpêkirin li dijî wan pêk hatin û got: "NY`yî di vê derbarê de daxuyaniyek da, lê belê dateyên zêde tê de nehatin bibîrxistin."

Bedran Çiya Kurd behsa pêkanîna qanûna Qeyserê jî kir û got: "Qanûnê bandoreke neyinî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, tevî ku herêm ji cezayan hatibû derxistin jî. Ji ber wê yekê rewşa aborî xerab bû û nirxê tiştan biha bû."

Her wiha tekez kir ku Rêveberiya Xweser heta niha barekî mezin radike. Ji aliyekî ve bi hezaran koçberên ji seranserê herêmê û dewletên Ereb û biyanî di kampên rêveberiyê de hene, da ku van astengiyan derbas bike pêwîst bi xebatkarên ku di aliyê mirovî de kar bikin, heye.

Çiya Kurd diyar kir ku têkilî bi dewletên Ewropayê û NY`yî re hene da ku alîkarî derbasî herêmê bibin û wiha domand: "Jeffrey piştrast ku ew piştgiriya projeya yekkirina refa Kurdî û têkoşîna li dijî terorê, dike. Li gorî dane û nîşaneyên ji dewletan, rewş ber bi îstiqrarê ve diçe."

Her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê û Îran li pişt fitneya li herêma Dêrazorê ye, da ku tevlîheviyê li herêmê derxînin û got: "Rêveberiya Xweser ji bo mayîndekirina jiyana hevbeş û biratiya gelan, hate avakirin."

Di dawiya civînê de gelek pêşniyarên wekî; hevkarî û piştgiriya rêxistinên navneteweyî ji rêxistin û komeleyên girêdayî mafên jinan re, pêşniyar û çareseriyên Rêveberiya Xweser ji bo derbaskirina astengiyan, hatin kirin. Her wiha bang li Rêveberiya Xweser kirin ku daxwazên xwe ji bo pêşîgirtina bandorên qanûna Qeyser ku bandoreke mezin li herêmê kir, pêşkêşî NY`yî bike.

Beşdaran bang li rêxistinên navneteweyî kir ku piştgiriya rêxistinên herêmî bikin, pêşkêşkirina alîkariyan dewam bikin, ruxsetên rêxistin û komeleyan li şûna her 15 rojan, her mehekê bidin, piştgiriya projeyên aboriyê yên li herêmê bikin û derfetên kar ji ciwanan re peyda bikin.

ANHA


Mijarên Din