Rêxistinên mafparêz: Li Sûdanê di xwepêşandanan de 60 kes hatin kuştin

Rêxistinên mafparêz ên navneteweyî destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê yên Sûdanê di 3 mehan de herî kêm 60 xwepêşandêr kuştin.

Ajansa Associated Press diyar kir ku ‘Saziya Bijîşkên ji bo Mafên Mirovan’ da zanîn ku hêzên ewlekariyê yên Sûdanê êrîşî 7 navendên tenduristiyê kir û herî kêm 136 karkerên tenduristiyê destgîr kirin. Her wiha gaza îsotê û gelek çekên din li ser nexweşxaneyê bi kar anîn û nehiştin nexweş derman bibin.

AFP`ê jî ragihand ku hêzên ewlekariya Sûdanê gaza îsato li xwepêşandêrên li Xertûmê reşand, ew yek pêk hat tevî ku serok Omer El-Beşîr tekez kir ku daxwazên xwepêşandêran rewa ne.

Rêxistinên navneteweyî êrîşên li dijî bijîşkan û navendên tenduristiyê, mîna binpêkirineke mezin ji mafên mirovan re bi nav kir.

Li Sûdanê rojane xwepêşandan ji ber aloziya aborî tên lidarxistin, piştî ku nirxên nan 3 qatan zêde bû. Xwepêşandanan di 16`ê Kanûnê de dest pê kiribû.

(jo)


Mijarên Din