Rêxistinên sivîl bang li  NY`ê kirin

Gelek rêxistinên sivîl li bajarê Qamişlo bang li saziyên NY`ê kirin da ku tawîzên bide kesên ku ji ber şewata zeviyan zirar dîtine.

Bi destpêkirina mewsima çandiniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şewat li zeviyên çandiniyê ketin û bi hezaran hektar şewitîn. Berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên herêmê diyar dikin ku hemû şewat bi zanebûn pêk tîn, armanc jê ew e ku derbeyê li aboriya herêmê bixe.

Îro dehan endamên Rêxistina Jin a Partiya Demokratîk a Pêşverû li Sûriyê, Yekitiya Jinên Kurd li Sûriyê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Şideta li ser jinan û Rêxistina Avrîn li pêşiya navenda rêxistina NY`ê "Unicef" a li taxa Siyahî li Qamişlo kom bûn. Da ku belgeyê radestî NY`ê bikin.

Beşdaran simbilên genim rakirbûn û pankartên bi zimanê Erebî û Latînî nivîsa "Em dixwazin bi ewle bijîn", "şewtandina berhemên me, sûcên dijî mirovahiyê ye" rakirin.

Endama Komîteya Navendî Ya Partiya Demokratîk a Pêşverû li Sûriyê Mediya Eko belge xwendin, di belgeyê de ev tişt hate diyar kirin "Li herêmên Cizîr û Kobanê keraseteke mirovî û aborî ji ber şewitandina berhemên çandiniyê rû da, ku di encama wê de bi hezaran hektar hatin şewitandin."

Rêxistinên bang li NY`ê û bernameya alîkariya cîhanî û desteyên alîkariyê yê NY`ê kirin da ku alîkariya kesên ku zirar ji şewatê dîtin, bikin.

(jo)

ANHA

ç


Mijarên Din