Rûyê din ê peymana Şengalê

Rojnamevan Necmettîn Salaz diyar kir ku peymana têkildarî Şengalê bi tenê di navbera Bexda û Hewlêrê de nîn e û got: “DYA diyar dike ku bi dewleta Tirk re jî hevdîtin kiriye û ew jî di nav de heye û jê re dixwaze bibêje ‘tu dev ji Deryaya Spî filan berde, were li vir ji te re rêyekê vekim, bela xwe di Kurdan bide’.”

Li ser navê hikumeta Başûr, PDK’ê bi hikumeta navendî ya Iraqê re peymanek çêkir û bertekên li dijî vê peymanê berdewam dikin. Peyman di 9’ê Cotmehê de hate îmzekirin û li gorî pêşbîniyan destpêka peymanê di serlêdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê de çêbûye. Siyasetemedar detnîşan dikin ku ev peyman îradeya gelê êzidî tune dike û pêşî li êrişên nû vedike.

Pisporê kar û barên Rojhilata Navîn rojnamevan Necmettîn Salaz, li ser peymana têkildarî Şengalê ji ANHA’yê re axivî.

Necmenttin Salaz wiha dest bi gotinên xwe kir: “Bûyerên sala 2014’an, kurteyeke serpêhatiyên êzidiyan e. Di dawiya vê kurteyê de jî rastiya xwe pir baş dîtiye, dost û dijminên xwe nas kirine, çi bike dê bikare bijî, dê çawa hebûna xwe bidomîne, rêveberiya xwe ya xweser, hêzên xwe yên xweparastinê jî ava kirine. Şengaleke bi vî awayî helbet ji bo hin hêzan jî ‘xetere’ ye.”

JI BO SÊ ALIYAN GIRÎNGIYA ŞENGALÊ

Salaz der barê girîngiya Şengalê ya ji bo PDK, hikumeta Iraqê û dewleta Tirk de wiha got: “Li gorî dewleta Tirk Şengal baregeha PKK’ê ye. Ji bo PDK’ê jî dîsa baregeheke PKK’ê ye ku hema bêje nîvê Hewlêrê şêniyên xwe hene û xetere ye. Ji  bo Bexdayê jî wiha ye; Kerkûk û gelek deverên din bi dest ketine û di demeke wiha de jî hema Şengalê jî bi hikumeta navendî ve girê bidin û vê pirsgirêkê hel bikin. Kazimî dixwaze siyasetê bike, lê hewcedariya xwe bi Kurdan heye. PDK hevkara Tirkan a li herêmê ye û Şengalê jî ji xwe re wek problem dibîne. Ji bo hesabên sîtemkarên Tirk ên li ser herêmê, Şengalê bendek e. Ji bo her sê aliyan jî ev herêma ku xwe bi rê ve dibe, pir ‘xeternak’ e.

Belavkirina rêveberiya xweser û hêzên xweparastinê û li şûna wan qeymeqamekî ji PDK’ê û hêzên leşkerî yên girêdayî Bexdayê ji bo ku karê ‘parastinê’ bikin, dê kêfa van her sê aliyan jî bîne. Helbet ev hesaba wan e, lê ne xuya ye ka dê bazara wan jî wisa pêk bê.”

Salaz destnîşan kir ku piştî hevdîtinên DYA û Iraqê yên 19’ê Tebaxê yên li Washingtonê cîgirên wezîrê karên derve yên berbirsyarên Rojhilata Navîn Joey Hood û David Kopley daxuyanî dan û aşkera kir ku peymana têkildarî Şengalê bi tenê di navbera wan û Bexdayê de nebûye û wiha got:

Joey Hood got: “Hikumeta herêmî ya Kurdan a Iraqê, hikumeta navendî ya Iraqê û Tirkiye ji bi şêwirmendiya DYA û welatên din ên koolîsyonê dikerin bi hev re bixebitin. Bi vê yekê cihên wekî Şengalê, PKK jî di nav de, dikare ji komên bêpergal were paqijkirin û rêveberiyeke sivîl were avakirin."

Hood jî got niyeta xwe aşkera kiribû û gotibû mijarê bi dewleta Tirk, Iraq û rêveberiya herêmê re guftûgo dikin û ji bo ku pêvajo dest pê bike jî Şengal cihekî baş e.”

David Kopley jî gotibû “Ji bo ku pirsgirêkên têkildarî hebûna PKK’ê ya li bakurê Iraqê çareser bikin, em dixwazin bi Tirkiye û Iraqê xwe bixebitin. Ji aliyekî ve parastina serdestiya Iraqê girîng e, ji aliyekî din ve jî girîng e ku mirov qebûl bike ku berjewendiyên Tirkiyê yên ewlehiyê yên meşrû hene.”

‘PEYMAN BI TENÊ DI NAVBERA BEXDA Û HEWLÊRÊ DE NÎN E’

Necmettîn Salaz diyar kir ku peyman bi tenê dinavbera Bexda û Hewlêrê de nîn e û got: “DYA diyar dike ku bi dewleta Tirk re jî guftûgo kirine û ew jî di nav de heye û bi awayekî veşartî jê re dibêje ‘tu dev ji deryayên Spî û Egeyê berde, were min rêyek ji te re vekir, bela xwe di Kurdan bide’.”

Salaz diyar kir ku ne tesaduf e ku dîroka peymanê xistine 9’ê Cotmehê û got: “PDK wekî aqilmendên xwe tev digere û taktîkên ji wan hildane, bê guhertin pêk tîne. Ji ber ku dema dewleta Tirk li gorî xwe li dijî Kurdan tiştekî girîng bike, teqez vê yekê rastî dîroke kevn û bixwîn tîne.”

 ‘PLAN BERÊ HATE ÇÊKIRIN Û JI BARZANÎ RE GOTIN’

Salaz îşaret pê kir ku ne tesaduf e ku ev rewş piştî serlêdana Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê rû daye û wiha pê de çû: “Kîjan serlêdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiyê têkildarî pirsgirêkên Kurdên Başûr bûye? Bi tenê mînakek jî heye? Serokê AKP’ê Erdogan û noterê wî yê karên derve Mevlut Çavuşoglu ma dê çima dema xwe ji bo Kurdên Başûr veqetînin. Ji bo wan karên “hêsan û bêqîmet” hema telefonek jî bes e. Çi dema ku koalîsyona AKP-MHP’ê bixwaze têkildarî herêmê planekê çêke, wê demê Nêçîrvan Barzanî gazî Enqereyê dikin û jê re dibêjin ka divê çi bike û civîna wan diqede. Çûna vê carê jî ne cuda ye. Tenê daxwazên dewleta Tirk ên têkildarî Şengalê jê re gotine û hew. Gotine ev dê wiha be, ya din dê wisa be û civîn qediyaye.

 ‘DEWLETA TIRK PLANA ŞENGALÊ BERÊ ÇÊKIRIBÛ Û FIKRA XENDEKAN A WÊ BÛ’

Dewleta Tirk û PDK’ê bawer dikir ku dê êzidî di êrişa DAIŞ’ê de bi yekcarî qir bibin û dê ji vê “bela”yê xilas bibin. Lê êdî her çawa dibe, ji nişka ve gerîlayên PKK’ê derketin meydanê û yên ku dixwest bimîne, bi dil û can parastin û ji bo yên dixwazin biçin jî korîdorek vekir û ew jî bi awayekî ewle şandin. Va ye dewleta Tirk plana Şengalê gelekî berê çêkiribû û xwediyê vê fikra xendekan e. Ji ber ku wê bi xwe jî li ser sînorê Rojava dîwarên beton çêkiribûn û têl danîbûn.”

 ‘TÊKÇÛNA DI SIYASETA NAVXWEYÎ DE Û NÊZÎKBÛNA DAWIYÊ’

Salaz diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di siyasate navxweyî de ketiye rewşeke xirab û bi van planan dixwaze berê gel bide derve û haya dewletên Rojava jî ji vê yekê heye û vê rewşê îdare dikin. Salaz got: “Heta ku şaşiyeke pir mezin neke, dê vê rewşê tolere bikin. Heke şaşiyeke mezin çêbû jî, li şûna ku dewleta Tirk hildin hemberî xwe, dê çavkaniyan bigirin û hewl bidin desthilatê biguherînin da ku bazarê ji dest nedin. Hem mijarên Lîbya-Azerbêcan-Yewnanistanê hem jî rageşiya bi Misir û dewletên Ereban re, têkildarî qelsbûna di siyaseta navxweyî de ye. Ji ber ku di halê heyî yê aborî de dewleta Tirk nikare bi wan dewletan tenê yekê re jî şer bike.”

 ‘YÊN XWEDÎ HESTÊN WELATPARÊZ DIVÊ XEBAÊTN YEKITYIÊ BIKIN’

Salaz got divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî planên qirêjî yekitiya xwe ava bike û wiha axivî: “Wisa xuya dike ku planeke bi vî rengî ya PDK’ê nîn e. Wê ji zû ve biryara xwe daye ka dê bi kê re yekitiyê çêke. Êdî divê li gel derdorên xwedî hestên welatparêz xebatên yekitiyê bên kirin. A niha bi tenê xeyalek e ku mirov li bendê bimîne ku tevgereke li hemberî Şengal û êzidiyan bi delweta Tirk re hevkariyê dike, bibe parçeyekî yekitiye neteweyî.

Bi îhtmaleke mezin gelê Şengalê niha dibêje ‘Ger ferman a padişah be, çiya jî yên me ne’. Ev gotina li hemberî padişahên Osmaniyan hatiye gotin, îro jî ne tenê ji bo gelê Şengalê, ji bo tevahiya gelê me cihê xwe digire.”

ANHA


Mijarên Din