Rêya birayên xwe şopand û bû parêzvanê welat

Da ku rêya birayên xwe bişopîne û parastina welat bike tevlî nava QSD`ê bû û rêgeza berxwedanê hilbijart. Di vê derbarê de bavê wî wiha dibêje: “Ji ber kurê min bû sembola berxwedanê em bi wî ser bilind in.”

Ji destpêka Şoreşa Rojava û Bakur û Sûriyê bi hezaran şêniyên herêmê tevlî nava YPG û YPJ`ê bûn û parastina pêkhateyên herêmê yên ku di pêvajoya dîrokê de ji ber siyasetên şofînîst paşguhkirîbûn, kirin.

Piştî YPJ, YPG û QSD`ê hewldanên artêşa Tirk ên têkbirina projeya demokratîk têk birin, careke din bi hemû hêza xwe derbasî herêmê bûn û Ezaz, Carablus, Bab, Idlib û Efrîn dagir kirin.

Piştî artêşa Tirk herêmên nav borî dagirkirin, di 9’ê Cotmehê de êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir.Tê zanîn ku dewleta Tirk piştgiriya çeteyên bi navê "Artêşa Wetenî ya Sûrî", DAIŞ û Cebhet El-Nusra dike, ji ber vê yekê bi hezaran ciwan tevlî nava berxwedanê bûn, ji wan ciwanan ciwanê bi navê Izet ê ji navçeya Zirganê ye.

Şehîd Siûd Izet (Derdo Feqîra) ji gundê Feqîrê yê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê ye û tevî 3 birayê xwe tevlî nava QSD`ê bûn. Rêgeza berxwedan û parastina xakê ji xwe re esas girtin.

Şehîd Siûd Izet bi hêminî û hezkirina xwe dihat naskirin, li gel ku di nava malbata xwe de zarokê herî piçûk e û bavê wî zêde jê hez dikir.

Şehîd Siûd qonaxa seretayî li dibistana gund xwend, lê ji ber Şoreşa Rojava dest pê kir ji xwendina xwe bê par ma û tevî birayên xwe tevlî şoreşê bû.

SIÛD LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ`Ê LI BER XWE DA

Siûd beşdarî pêngavên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û tevî her 4 birayên xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe da, her wiha bû şahidê rizgarkirina bi hezaran şêniyên rastî zilm û komkujiyên artêşa Tirk û çeteyên wê hatin.

Diya Siûd Xensa Semo wiha tîne ziman, Siûd kurê min ê piçûk û delalî bû, lê tevî bi temenê xwe piçûk e lê di demên zor û zehmetiyan de li gel birayên xwe disekinî, piştî birayên wî tevlî bûn ew jî bandor bû û wiha ji min re got: “Ez ê jî wekî birayên xwe paratina welêt bikin, lê bi rastî min nehişt û min jê re got, xwendina xwe temam bike, lê di dawiyê de got, ez ê tevlî nava QSD`ê bibim.”

Xensa Simo got: “Ez gelekî bi şehadeta kurê xwe bandor bûm, ji ber kezeba min bû, lê dîsa jî cihê serbilindahiyê ye ji ber di oxira parataina welêt de şehîd bûye.”

‘ME BI ARMANCA RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ LI BER XWE DA’

Birayê şehîd ê ku ew jî şervanê QSD`ê Diyar Izet wiha dibêje, Siûd bi rihê welatparêziyê dihat naskirin û ji rêxistinê hez dikir, ji ber vê yekê beşarî pêngavên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bû û me wekî şervanan li gel hev bûn ne wekî bira, li gel ku armanca me yek bû ew jî paratina û rizgarkirina herêmên dagirkirî bûn.

‘DIVÊ EM DAIŞ TÊK BIBIN û RÊYA BERXWEDANÊ HILBIJÊRIN’

Birayê şehîd Diyar bîranên xwe bi birayê xwe Siûd li bîr anî: “Min perwerda xwe li herêmeke Cizîrê dikir. Ji nişkava min ew dît, wê demê min nû nas kir ku jî tevlî nava QSD`ê bûye. Min ev jê pirsî tu li vir çidikî?Bi serbilindî got, min biryara xwe daye û tevlî nava QSD`ê bûm, da ku ez li gel we paratina xakê bikim. Divê em DAIŞ têk bibin û rêya berxwedanê hilbijêrin.”

Siûd Izedîn heta dawiyê bi erka xwe leşkerî rabû, piştî artêşa Tirk di 9 Cotmehê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şehîd Siûd berê xwe da xetên pêşîn û di 3’ê Mijdarê de li gundê Um El-Kêf ê navçeya Tiltemir şehîd bû û gihaşt şehîdên Berxwedan Rûmetê.

Malbatê agahiya şehadeta kurê xwe bi serbilindî pêşwazî kirin û bavê Izedîn wiha anî ziman, ji ber kurê me sembola berxwedan û têkoşînê ye em bi şehadeta wî serbilind in.

(eh)

ANHA


Mijarên Din