‘Rêya çareseriya aloziya Sûriyê diyaloga niştîmanî ye’

Siyasetmedar Ebdulezîz Hemdûş got: “Diyaloga niştîmanî riya tekane ya çareseriya aloziya Sûriyê û ragihandina serkeftina niştîmanî ya tevahiya gelê Sûriyê ye.”

Meclisa Sûriyê ya Demokratîk di 27`ê Adarê de Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî ya Sêyemîn bi dirûşmeya `Ji hevpeymana civakî ya Sûrî ber bi serdema demokrasiya nû ve` li bajarê Kobanê li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî, civakî, kesayetên serbixwe, çalakgerên  hiqûqî û rojnameger beşdarî komxebatê bûn.

Siyasetmedarê Serbixwe Ebdulezîz  Hemdûş ku li Helebê dimîne, giringî û rola komxebatê di çareseriya aloziya Sûriyê de nirxand.

Hemdûş got: “Di aloziya Sûriyê de gelê Sûriyê gelek êş û kerasetên mezin jiyan kirin. Di dirêjahiya van salan de gelek civîn li derveyî welat li darketin. Lê alozî çareser nekirin, berovajî wê pêkhateyên rastîn ên gelê Sûriyê hatin dûrxistin."

Hemdûş diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi gelê wê pêkan e û wiha pê de çû: “Tiştek xwezayî ye ku ew çêkerên çareseriyê bin û rêya tekane diyaloga yekser di navbera wan de ye. Ji bo lidarxistina her civînekê cih, dem û navarok piştre encam girîng in. Ji bo cih, ji Kobanê guncawtir û nêztir ji xaka Sûriyê tune ye da ku gelê Sûriyê komî ser hev bike. Gelê Kobanê bû şahidê destanan.”

Hemdûş wiha berdewam kir: "Ji bo dem jî, piştî têkbirina DAIŞ’ê ev pêvajo ji bo  destpêkirina diyaloga niştîmanî girîng e. Bi diyalogê serkeftin pêkan e."

Hemdûş destnîşan kir ku ji mijarên herî girîng çareserkirina şaştêghiştina dîrokî ye û wiha pê de çû: "Divê em xwedî têgehên niştîmanî yên sereke, pîvanên çareseriya siyasî di serî de yekbûna xak û gelê Sûriyê bin. Her wiha li dijî hewldanên qutkirina erdîngariya Sûriyê bi rêya dagirkirinê yan jî afirandina terorê were sekinandin. Divê îtîraf bi ciherengiya çandî were kirin û têgehên jiyana hevpar were rûniştandin. Çarçoveyek qanûnî di pergalek demokratîk û ne navendî de bigire. Bi gotinek din lê em demokrasiyek ku rastiya dîrokî dipejrîne û têghiştî hêvî dikin."

‘Hinek alî çareseriya siyasî asteng dikin’

Girêdayî astengiyên li hemberî çareseriya aloziya Sûriyê Hemdûş got: "Bêguman hindek aliyên derve hene ku çareseriya siyasî asteng dikin û hewl didin ajandeyên xwe ferz bikin. Ew alî hewl didin berjewendiyên xwe û serweriya xwe ya jiyosiyasî li Sûriyê li ser hesabê berjewendiya gelê Sûriyê bîne cih û xurt bike. Ev aliyên nakok hîna di nav hev du de lihev nekirine ji ber wê hewl didin çareseriya siyasî asteng bikin."

Hemdûş destnîşan kir ku gelê Sûriyê xwedî vîn e û valahiya li bakurê Sûriyê ku aliyên derve behsa wê dikin ne rast e û wiha axivî: “Ev isbat dike ku pêşbaziyek di navbera aliyên herêmî û navdewletî de heye. Tu valahî li herêma ku ciwanên wê ji tevahiya pêkhateyan ve xwe birêvebir, gund û bajarok bi xwe ji terorê xilas kirin tune ye.

Hemdûş di dawiya axaftina xwe de got: “Tişta niha ji dewletên mezin tê xwestin, dagirkeriya Tirkiyê bi temamî bidawî bikin. Bendek ji projeyên dagirkeriyê re deynin û wê ji xaka Sûriyê derxin. Diyaloga niştîmanî riya tekane ya çareseriya aloziya Sûriyê û ragihandina serkeftina niştîmanî ya tevahiya gelê Sûriyê ye. Em hêvî dikin ku civînên berfireh ku rolek di diyaloga Sûrî-Sûrî de dilîzin bi tevlibûna tevahiya çînên gelê Sûriyê werin lidarxistin û tiştan vegerîne riya rast."

(şx)

ANHA


Mijarên Din