Rêya Ebû Xeşeb tê sererastkirin

Nivîsgeha Rêyan a girêdayî Komîteya Şaredariyan a Dêrazorê dest bi sererastkirina rêya Ebû Xeşeb a ku çolistanê û gundên bajarokê Ebû Xeşeb digihîne gundewarên rojava û navçeya El-Kesrayê kir.

Dirêjahiya rê 40 km ye, ji ber çûn û hatine kamyonan zêde zirar dîtiye, ji ber ku rêyeke çandiniyê ye û barên giran ranake, lewma şêniyan liv û tevgera xwe ji herêma Ebû Xeşeb-Hecîfat vegerand rêya Çerxerêya Herêmê, ji wir jî herêma kargehan heta bi rojavayê gundewaran û herêma Kesrayê. Dirêjahiya wê derdora 125 km ye.

Ji şêniyên herêmê re vê rêyê girîngiyek xwe heye, nexasim dema diçin nexweşxaneya li Kesrayê, bazar û deverên din.

Rêveberê Nivîsgeha Rêyan Enwer Helûm diyar kir ku niha rê bi qûmê dadigirin, konçalan rast dikin û dema bi dawî bibe ew ê yekser dest bi ziftkirinê bikin. Helûm da zanîn ku werşeya kar wê rêya Ebû Xeşeb bi Becirwan û bi Cezrat a li rojavayê Dêrazorê ve girê bide.

(eh)

ANHA


Mijarên Din