​​​​​​​Rêya Embara dê were qîrkirin

Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Şîrketa Zagros a rêyan, amadekariya qîrkirina rêya Embara ya navneteweyî dike.

Yekîneyên Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê bi hevkariya Şîrketa Zagros xebatên înşaetê yên rêya Embara ya navneteweyî ya bi dirêjahiya 10 kîlometreyan, bi dawî kir. Niha amadekariyên qîrkirinê tên kirin ku dê heta çend rojan dest pê bike.

Berpirsê projeyê Xelîl Yûsif dabû zanîn ku proje dê meha Hezîranê bi dawî bibe û rê bikeve xizmetê.

(bb)

ANHA


Mijarên Din