Rêya Eyn Îsa û Reqayê tê sererastkirin

Li ser xwestek û banga şênî û ajokaran a sererastkirina rêya di navbera Eyn Îsa û Reqayê de, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê dest bi sererastkirina rê kir.

Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019`an de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di encamê de rêya M4 hate girtin, rêya Eyn Îsa-Reqayê bû rêyeke sereke û girîng, ji ber piraniya herêmên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dide, nexasim herêmên Firat, Cizîr, Tebqa û Dêrazorê.

Rê bi dirêjahiya 20 km hate sererastkirin û bi madeya kerabiyê ya spî hate reşandin, paşê hate zîftkirin.

Sererastkirina vê riyê dê rêwîtiya welatiyan û liv û tevgera kamyonên bazirganiyê hêsantir bike, her wiha dê rê li pêşiya qezayan bigire.

Di her sê mehên dawîn ên par de biryar hate dayîn ku rêyê ji nû ve sererast bikin û dest bi kar û xebatê kirin, lê ji ber êrişên dawîn ên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebat sekinî.

Dijêjahiya rêya di navbera navçeya Eyn Îsa û Reqayê de 55 km ye, lê pêkanîna projeyê li ser du qonaxan dest pê kir, ew jî ji Eyn Îsayê heta bajarokê Til Seman (20 km) û qonaxa duyemîn jî ji Til Seman hate Reqayê bi dirêjahiya 35 km.

Aliyên peywendîdar dema bidawîbûna kar û xebata sererastkirina rêyê diyar nekir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din