Rêya M4 25’ê Gulanê vedibe

Hevserokê Meclisa Til Temirê diyar kir ku piştî nîqaşên dirêj bi hêzên Rûsyayê re, li ser vekirina rêya navneteweyî ya M4 ji bo çûn û hatina sivîlan, li hev kirin.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi destê çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û gihîştin nêzî rêya M4, li ser wê rêyê gelek sûc û komkujî li hember sivîl û rêwiyan pêk anîn. Beriya 10 mehan ji tirsa pêkhatina komkujiyan ji aliyê artêşa dagirker û çeteyên wê ve, rê ji xizmetê derketiye.

Her wiha ji ber hedefgirtina artêşa Tirk û çeteyên wê ji sivîlan re û talankirina milkên wan, tevgera çûn û hatinê di navbera herêmên Cizîr û Firatê de bi temamî di ser rêya M4 re hate rawestandin.

Wekî gaveke destpêkê piştî nîqaşên dirêj di navbera hêzên Rûsyayê û Meclisa Til Temirê de, li ser vekirina rêya M4 li pêş tevgera şêniyan, hat lihevkirin. Hêzên Rûsyayê diyar kir ku wan bi artêşa Tirk a dagirker re koordîne kiriye û li ser vekirina rêyê li pêş sivîlan û yên berê xwe  didin herêma Firatê, li hev kirine.

Tê payîn ku rêya M4 li pêşiya sivîlan û erebeyên taybet ku dê dewriyeyên Rûsyayê jî bi wan re bin, ji duşema bê (25’ê Gulanê) ve were vekirin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb ji ANHA`yê re diyar kir ku rêya M4 a di navbera herêmên Cizîrê û Firatê de, ji dema gihîştina artêşa Tirk û çeteyên wê ji tixûbên rê re û kontrolkirina beşekê jê, ji xizmetê derket. Her wiha destnşan kir ku wan bi hêzên Rûsyayê re û Rûsyayê jî bi artêşa Tirk re koordîne kiriye û dê rêya M4 di duyemîn rojên cejnê de ku dikeve roja duşemê, bê vekirin.

Mele Eyûb diyar kir ku yên dixwazin biçin deverên herêma Firatê dê ji duşemê saet 9`ê sibehê ve ji navçeya Til Temirê tevî dewriyeyên polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi rê bikevin.

Ciwan Mele Eyûb tekez kir ku wekî gaveke destpêkê dê rê li pêşiya tevgera erebeyên taybet û şêniyan vekirî be û dê piştre nîqaş li ser derbasbûna erebeyên bazirganiyê bê kirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din

‘Karkirin azadî ye’