Rêya M4 careke din dikeve xizmetê lê sivîl metirsîdar in

Rêya M4 careke din dikeve xizmetê, lê sivîl di metirsiyê de ne ku hêzên rûsî peymana girêdayî parastina rêyê binpê bike û wan li pêşberî sûcên artêşa Tirk a dagirker bihêle.

Piştî zêdeyî 20 rojan ji rawestandina tevgera çûn û hatinê li ser rêya M4 bi sedemên nediyar, hêzên Rûsyayê konvoyên sivîlan di navbera herêmên Cizîr û Firatê de diparêze.

Ji ber rawestandina hêzên Rûsyayê û şandina panzerên xwe li gel sivîlan nakokiyên şêniyan çêdibin ku dibe peymana 23'ê Gulana derbasbûyî de binpê bike. Li gorî peymanê hêzên Rûsyayê berpirsê parastina sivîlên li ser rêya M4 ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ye.

Hejmareke şêniyên ku rêya M4 bi kar tînin ji ANHA'yê re axivîn û mertirsiyên xwe anîn ziman ku heger hêzên Rûsyayê peymanê binpê bike.

Mistefa Ehmed ji herêmên Firatê diçe herêma Cizîrê dibêje ku rê ne bê xeter e û got: "Dema hêzên Rûsyayê şandina panzêrên xwe ji bo parastina sivîlan radiwestîne, rê ji xizmetê derdikeve. Em neçar dimînin ku rêya Ebyed bi kar bînin, ew rê jî dirêj dike ku zêdeyî 15 saetan derbas dike heta em bihêjin herêma Cizîrê."

Ehmed destnîşan kir hemû kesên ku vê rêyê bi kar tînin, dema hêzên Rûsî tunebin, di metirsiyê de ne, ji ber ku dagirkerî û çeteyên wê li dirêjahiyê rê hene û got: "Sivîl ji kiryarên sûîqestkirin û êrişên rasterast ditirsin."

Hedûş Ehmed El-Rawî yê ji Hesekê destnîşan kir ku rêya M4 ji rêyên girîng ên herêmê ye ji ber dirêjeya di navbera herêmên Firat û Cizîrê de kurt dike.

El-Rawî got: "Heke hêzên rûs rê terk kirin dê tevgera çûn û hatinê bisekine, ji ber şênî ditirisin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê wan bike hedef."

ANHA


Mijarên Din