'Rêya pûçkirina planên Tirkiyê neteweya demokratîk e'

Siyasetmedar û hiqûqnas diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike gelek dewletên Rojhilata Navîn dagir bike, nasnameya gelên wê biçewsîne û qir bike. Her wiha destnîşan kir ku neteweya demokratîk rêya tekane ya têkbirina hewldanên dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk a dagirker mudexeleyên xwe di dewletên Rojhilata Navîn de didomîne. Her wiha plan dike ku bi hincetên ne rast êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ji ber wê siyasetmedar, rewşenbîr û tevahiya çînên civakê nerazîbûnên xwe rave kirin.

Siyasetmedar Xesan Abdullah siyaset û planên dewleta Tirk li Sûriyê û Rojhilata Navîn destnîşan kirin û got: “Divê destpêk em rastiya dewleta Tirk û dîroka wê nas bikin. Dewleta Tirk tu roj nebû dewletek aştîxwaz û demokratîk. Dîroka wê îsbat dike ku dewletek şerxwaz e û mîna her dewleteke mêtînger talan dike û dikuje.”

'DEWLETA TIRK MÎNA KU ROJHILATA NAVÎN MILKÊ WÊ YE TEV DIGERE'

Abdullah diyar kir ku dewletên mêtînger bi giştî û dewleta Tirk bi taybet di serdema nûjen de rêbazên kirêt ne mîna yên berê bi kar tîne û wiha domand: “Dewleta Tirk mîna ku dewlet û gelên Rojhilata Navîn milkên wê ne tevger dike. Mînaka herî ber bi çav, bûyerên li bakurê Iraqê rû dane, li Sûriyê Efrînê li beramberî Xûtayê û Çiyayê Zawiye li beramberî Eyn Îsayê hate guhertin. Hemû bazarên di navbera hêzên mêtînger li ser hesabê gel de çêdibin.“

Abdullah rave kir ku rêbaza berdêlê ya dewletê êdî zelal bû û gelê tê gihiştiye vê yekê û got: “Lê beşek ji gelê me hîna dewleta Tirk weke dewleteke aştîxwaz dibînin. Bêyî ku dîroka wê yan jî armancên wê nas bikin ya ku wan tev li şerên li Idlibê, Lîbya û Yemenê dike. Divê gelê herêmê tê gihêje van siyasetên mêtîngerî.”

'VÎNA GEL ÇEKA HERÎ XURT E`

Abdullah di berdewama axaftina xwe de got: “Dewleta Tirk bi maskek nû û rêgezek mêtîngerî nû ne mîna berê derket holê. Lewra divê gel di vê pêvajoyê de têgihiştina xwe xurt bike. Dewleta Osmanî ya berê yan jî dewleta Tirk ya îro welatê me di dirêjahiya 400 salî de dagir kir. Di dawiyê de li hember vîna gel têk çû. Ji ber ku vîn, ji êrişên mêtînger xurtir e.”

Abdullah wiha gotinên xwe domand: “Nuqteya herî girîng û hesas ew e ku dewleta Tirk îdia dike ku şerê kurdan dike. Lê di rastiyê de ew tevahiya gelên herêmê dike hedef. Armancên dewleta Tirk ji şerê kurdan dûrtir in. Kurd li Lîbya, Yemenê û Misirê tune ne. Dewleta Tirk hebûna gelê Kurd dike hincet da ku armancên xwe yên mêtîngerî li herêmê pêk bîne.”

'ARMANCA DEWLETA TIRK MÊTÎNGERÎ NE'

Abdullah bi bîr xist ku dewleta Tirk komployek li dijî dewletên Rojhilata Navîn plan dike. Jê armanc dike gelên wê kole bike, xêrûberketên wan tala bike û nasnameya wan qir bike û got: “Komployek li dijî Misirê tê xêzkirin, dibe ku komployên veşartî li dijî dewletên kendavê yan jî dewletên din jî hebin. Ji ber ku  armancên dewleta Tirk armancên mêtîngerî ne.”

Xesan Abdullah destnîşan kir ku çareseriya tekane li hember hêzên mêtînger û dewleta Tirk, pêkanîna rêgeza netewa demokratîk û xurtkirina biratiya gelan e.

Abdullah tecrubeya berxwedana Vietnamê bi bîr xist û got: “Dema mirov hêza Amerîka ya leşkerî bide ber Vietnam, mirov dibîne ku hevrûkirin ne pêkan e. Rûbera Vietnam beşek biçûk ji ayaletek Amerîkayê ye. Lê dîsa jî bi vîna xurt û rastîn karîn li hember Amerîkayê li ber xwe bidin. Lewra ji bo jiyaneke azad û bi rûmet divê em li hember mêtîngeran li ber xwe bidin. Çendîn mêtînger bi hêz be lê hêza wî nikare vîna gelên berxwedêr bişikîne.”

Girêdayî heman mijarê hiqûqnas Welîd Selmo da xuyakirin ku hebûna dewleta Tirk li herêma Dihokê ne nû ye û ew tevahiya cureyên çekan di nav de yên qedexekirî li dijî gelê başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.

Selmo destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo ku êrişên xwe rewa bike, hincetên ne rast diafrîne. Bi hinceta şerê kurdan êrişî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û got: “Dewleta Tirk siyaseta qirkirin û wêrankirinê li dijî pêkhateyên herêmê dimeşîne.”

Di dawiyê de Selmol bal kişand ser lihevkirinên dewleta Tirk bi Rûsya û Îranê re û got: “Li gorî analîz û nêrîna me ya siyasî, lihevkirinên dawî ev in; radestkirina çiyayê Zawiye yan jî Idlibê ji hêzên rejîma Sûriyê re yan jî milîsên Îranê re li bermaberî dagirkirina dewleta Tirk hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Eyn Îsayê.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din