Rêya Til Temir-Zirganê xeter e, garantor erka xwe bi cih nayne

Rêwî û sehrîcên li ser rêya Til Temir-Zirganê re derbas dibin, rasterast dibin armanca êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Şênî bang li Rûsyaya "Garantor" dikin ku erka xwe bi cih bîne û tevgera çûn û hatina wan biparêze.

Ji dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gihaştin derdora rêya M4`ê ya navneteweyî û şûn ve, li dijî sivîlan sûcên meydanî  têne pêk anîn,  mînaka herî ber bi çav di dawiya sala par de siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef  hate şehîdxistin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li dijî  şêniyên herêmê sûcên plankirî pêk tînin. Di heman demê de tevî ku  Rûsya aliyekî li rêya M4 ganator e û hêzên hikumeta Şamê li derdora rê hene, lê dîsa jî çete êrişî sehrîcên Şaredariya Gel a Til Temirê dike.

Endamê Şaredariya Gel a Navçeya Til Temirê Îsa Recep axivî û got ku ji beriya demekê ve ew  ji êrişên artêşa Tirk zehmetiyan dikişînin, ji ber li ser rêya di navbera Zirgan û Til Temirê de êrişî erebeyên sivîlan û sehrîcên şaredariyê dike.

Îsa Recep destnîşan kir ku  sehrîcên wan ên avê, avê li şêniyên gundên derdora navçeyên Til Temir û Zirganê belav dike, lê çete bi şevê wan dike armanc.

Recep da zanîn ku beriya çend rojan, çeteyan bi zanebûn sehrîcek şaredariyê li gundê Til Menax kir armanc û şêniyan diyar kir ku çete bi van êrişan dixwaze herêmê vala bike.

HÊZÊN RÛSYA Û HÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ SÛCÊN TÊN KIRIN, DIBÎNIN

Recep bal kişand ser metirsiyên li ser şêniyan û wiha pê de çû:"Em ditirsin ku rêya di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de bibe rêya pêkanîna komkujiyan. Hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê li herêmê ne, lê ji bo êrişên çeteyên yên li dijî şêniyên herêmê tu helwestan nîşan nadin."

Di dawiya axaftina xwe de endamê Şaredariya Gel a Navçeya Til Temirê Îsa Recep bang li hêzên Rûsya yên ganator kir, ku dawî li van êrişan bînin.

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê Hisên Faris ê ji gundê Derdarê yê li ser rêya di navbera Til Temir û Zirganê de ye, axivî û îşatet pê kir ku li rêya Til Temir û Zirganê xeterî heye, di heman demê de nikarin zeviyên xwe biçînin ji ber erebeyên wan têne armanckirin.

Hisên Faris di dawiyê de axaftina xwe de banga rawestandina sûcên li herêmê têne pêkanîn kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din