Rêyên sereke yên Dirbêsiyê tên sererastkirin

Şaredariya Gel a Dirbêsiyê ya kantona Hesekê projeya qîrkirina rêyan didomîne. Dê piştî bidawîkirina rêyên sereke, rêyên şaxî jî qîr bike.

Bi giştî rêyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama lehiyên werzên zivistan û biharê de zirar dîtin. Ew jî ji ber sererastnekirina wê ji destpêka aloziya Sûriyê de pêk hat. Ji ber ku herêm di çembereke tund de bû.

Îsal, piştî piranî dezgehên qîrkirinê li herêmê vebûn, tevahî şaredariyên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve rê sererast kirin, ji wê zêdetir jî xîz li rêyên gundan reşand.

Ji wan şaredariyên ku niha xebata qîrkirina rêyan dikin, yek jî şaredariya navçeya Dirbêsiyê ye. Şaredariyê piştî ku gelek kolanên di hundirê taxên bajêr de sererast kirin, dest bi xebata qîrkirinê kir.

Şaredariyê di 8’ê vê mehê de piştî lidarxistina hevpeymana bi dezgeha qîrê ya li navçeya Til Temerê re, dest bi qîrkirina rêyan kir. Ji navçeya Dirbêsiyê re nirxa 7 hezar metrekabik da ku rê û kolanan pîne û qîr bikin, hat diyarkirin.

Şaredariyê qîrkirina rêya ji navçeyê diçe bajarê Hesekê bi dawî kir. Îro dest bi rêyên sereke yên li naverasta sûka navendî ya navçeyê kir.

Çavdêrê li ser beşa pîşeyî ya Şaredariya Gel a Dirbêsiyê Silêman Hesen diyar kir ku dê tevahî rêyên zirar dîtine, sererast û qîr bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din