Rêzcivînên bi şêniyên Reqayê re bi dawî bûn

Rêveberiya Xweser a Bakur û  Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sivîl a Reqayê rêzecivînên ji gelên Reqa  û gundewarê wê re li dar dixistin bi dawî kirin. Îro civîn ji şêniyên xeta Bakur re li dar xistin û rewşa herêmê ji tevahiya aliyên jiyanî nîqaş kirin.

Ji hefteyekê ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Meclisa Sivîl a Reqayê civînan ji şêniyên bajêr û gundewar re bi armanca naskirina daxwaz û rewşên wan, guhdarkirina nêrînên wan civînan li dar dixe.

Di civîna ku li bakurê gundewarê Reqayê de li gundê El-Hikumiye li dar ketiye, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, Meclisa Sûriye Demokratîk, rûspiyên êlên herêmê tevî şêniyên gund û gundên derdorê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Ferhad Ramadan axivî û geşedanên dawîn ên siyasî û guhertinên li ser qada Sûriyê bi taybet êrişên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.

Ramadan diyar kir ku Tirkiyê bi erêkirina dewletên ku dibêjin ew dostên gelê Sûriyê ne û mafên wî diparêzin, êrişî herêmê kir û li ser xwîna şehîdan bazaran dikin û peymanan mohr dikin.

Girêdayî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk û Rejîma Sûriyê de ya bi navbeynkariya Rûsya Ramadan got lihevkirin leşkerî ye tenê ji bo parastina sînorên Sûriyê ye. Ji ber ku ji erka Rejîmê ye serdestiya sînoran biparêze.

Di civînê de deriyê pirs û nîqaşan ji şêniyan re girêdayî tevahiya warên jiyanî, xizmetguzarî û ewlehî hate vekirin. Şêniyan pêwîstiya hevgirtina hemûyan ji  bo parastina herêmê ji şaneyên DAIŞ û çeteyên Tirkiyê teqez kirin. 

Bi vê civînê Rêveberiya Xweser rêzecivînên xwe bi şêniyên Reqayê re bi dawî kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din