Rêzebinpêkirinên dagirkeriyê bi zimanê şahidan

Asta hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gihaşt radeyekê ku îxanetê li mirovahiyê dike. Çeteyan herî dawî neynûkên jina efrînê ya bi navê E.M. jê kirin.

Roj bi roj hejmara malbatên ku ji kantona Efrînê ber bi bajarê Heleb û kantona Şehbayê ve derdikevin, zêde dibe. Şênî ji ber binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji revandin, kuştin, talankirin û xwestina fidyeyan tevî bicihkirina bi sedan malbatên çeteyan di malên şêniyên Efrînê de bi darê zorê, direvin.

Beriya hefteyekê malbateke efrînî ku ji 4 endaman pêk tê, gihaşt taxa Şêxmeqsûd a Helebê beşa Rojava, piştî ku 300 hezar lîreyên Sûriyê dane. Komîna Şehîd Robar Qamişlo cih û hindek pêwîstî ji wan re peyda kirin.

Tevahiya neynûkên wê jê kirin

Şêniya bi navê L.H. a ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku di destpêkê de nikarîn ji Efrînê derkevin û vedigerin gundê xwe (L.H. ji ber tirsa li ser şêniyên gund nexwest navê gundê xwe eşkere bike). L.H. wiha domand: "Li gund di roja yekemîn de em li mizgeftê kom kirin da ku malên me talan bikin. Piştî wê dest bi zilmê der heqê şêniyan de kirin. Ciwan revandin û heta asta mirinê îşkence lê kirin. Hinek ji wan heya demekê piştî ku vegerîn malên xwe, nekarîn bilivin."

L.H. destnîşan kir ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker jineke bi navê E.M. ji gun direvînin û bi awayekî hovane îşkenceyê lê dikin û wiha got: "Tevahiya neynûkên E.M. jê kirin. Tevî wê jî 2 keç revandin û beriya hefteyekê ji niha serbest berdan.  Lê dîsa bêyî ku sedem bê naskirin, careke din her du keç revandin."

L.H. îşaret pê kir ku piştî bidawîbûna çinîna hilberîna zeytûnê û piştî ku çeteyan “parên xwe” ji hilberînê dibin, vê carê çete di nav gunde de digerin û ji şêniyan dixwazin ku nîvê hilberînên xwe derxin. L.H. diyar kir ku çete gefa girtin û lêdanê li şêniyan dixwin eger daxwazên wan neynin cih. L.H. wiha pê de çû: "Şêniyek ji gund daxwaza wan red kir, çeteyan ew revand û heya 2 rojan bi awayekî hovane îşkence lê kirin."

‘Li Efrînê ez mîna esîran bûm’

Şêniyê bi navê R.N. hevserê L.H. got: "Li Efrînê ez mîna esîran bûm. Ez nikarîm biçûma gundê xwe. Ez li wir mam, min hemû kiryarên wan dîtin. Kesên welatparêz bi hincetên nerast digirtin da ku karên xwe li ser hesabê jiyana kesên din bimeşînin û pereyan ji wan bibin. Kesên ku nikarin kiryarên der heqê erdê wan de tên kirin tehemul bikin, hemû pereyên xwe didin û ji Efrînê derdikevin."

R.N. wiha domand: "Çeteyan ji min re got tu li ser me xetere yî ji ber ku tu Kurd î û banga kurdewariya xwe dikî. Gotin divê tu tune bibî."

R.N. wiha pê de çû: “Çeteyan em di lêpirsînê re derbas kirin, nasnameya kesayetî û deftera malbatê ji me xwestin. Heya hefteyekê em di nav wan de gêj man. Di dawiyê de me 300 hezar lîreyên Sûriyê da û em serbest hiştin."

R.N. eşkere kir ku hindek şêniyên Efrînê yên ku li wir dimînin şêniyên ku li derveyî Efrînê teşwîqî vegerê dikin tevî ku ew li cem çeteyan mîna koleyan in û got: "Divê şênî bi wan îdiayan nayên xapandin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din