Rêzeteqînên li Srî Lankayê ji aliyê Cemat El-Tewhîd ve pêk hatine

Hikumeta Srî Lankayê diyar kir ku êrîşên ku di roja cejna xiristiyanan de rû dan, komên Cemat El-Tewhîd a Wetenî pêk anîne. Her wiha îro  teqîneke din li nêzî dêra li paytext Kolomboyê rû da.

Ajansa Reutersê li ser zimanê berdevkê hikumeta Srî Lankayê Rajitha Carsini got: "Êrîşên ku di roja cejna Paskalyayê de li Srî Lankayê pêk hatine, ji hêla komên rêxistina Cemat El-Tewhîd a Wetenî ve hatine kirin. Hikumet jî lêpirsînê dike bê ka kom xwedî piştgiriyeke navdewletî ne ya na.”

Li gorî şahidekî ji ajansa Reutersê re tekez kiriye ku îro teqîneke nû, li nêzî dêra li Kolomboyê rû daye.

Di heman demê de, îro berdevkê polîsên Srî Lankayê ragihand ku 87 alavên teqandina bombeyan li rawestgeha erebeyan a sereke ya li paytext Kolomboyê dîtine.

Hejmara qurbaniyên rêzeteqînên ku li dêr û otêlên li Srî Lankayê duh kirin armanc, gihaşt 290 kesî û hejmara birîndaran jî bû 500. Her wiha 13 gumanbar hatin destgîrkirin û Washingtonê jî hişyarî der barê planên terorîst ên li dijî Srî Lankayê de da.

Hêjayî gotinê ku navê "Cemat El-Tewhîd" bi gelek sûcan ve hate girêdan. Ev kom xwedî taybetmendiyeke tundraw û nîjadperest e. Beriya salekê jî gelek ji fermandarên wan ji ber tinazên bi peykerên Bûziyan hatin darizandin.

(eh)


Mijarên Din