Sê parlamenterên Alman banga parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin

Sê parlamenterên Almanyayê nûnerên Partiya Çepgir a Almanî îro sibehê bi daxuyaniyek a ji raya giştî re bang kirin ku  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê navdewletî ve werin parastin û bi Rêveberiya Xweser îtîfat çêbibin.

Sê parlamenterên Almanyayê nûnerên Partiya Çepgir a Almanî îro sibehê bi daxuyaniyek a ji raya giştî re bang kirin ku  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê navdewletî ve werin parastin û bi Rêveberiya Xweser îtîfat çêbibin.

Navaroka daxuyaniya her sê parlamenterên Alman; Hêlîn Avrêm Somer, Kokayî Akbulot û Cansû Ozdemîr wiha ye;

“Wek siyasetmedarên Kurd ên hemwelatiyên Almanyayê, me bi nûerên herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re girêdayî tevlibûna hikumeta Almanya di herêma “ewle” de û daxwazên wan di vî warî de gelek nîqaş kirin.

Di 20`ê Çileya sala borî de bi erêkirina Rûsyayê artêşa Tirk û milîsên girêdayî wê  bi awayekî hovane êrîş kirin, bi sedan sivîl kuştin tevî ku bi sedan sivîl dan koçerkirin û bajar dagir kir.

Gelê Kurd li rex gelê Sûriyê rolek girîng di serketina li dijî DAIŞ`ê de lîst. Pergalek demokratîk, aştiyane û azad ava kir. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek bedîlê pergala El-Esed a dîktetorî û milîsên terorîst tê hesibandin. Ji aliyekî din ve em rastî îdiayên ku Kurd li şûna kesekî din şer dikin tên. Lê ev îdia ne rast in, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ku ji bo berjewendiyên dewletên din şer dikin. Ew bi jiyanek demokratîk, azad û pirrengî ve girêdayî ne. Ji ber wê divê em li hember wan hêviyan bi rêz bin û hewl bidin piştgiriya wê bikin.

Lewra û ji ber ku nêrînek ne rast li cem raya giştî çêbûye ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekîtiya welêt tedîdî dike, em dixwazin îşaret bi peymana civakî ya Rêveberiya Xweser bikin. Li gorî peymanê; Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêgeza rêveberiya xweser bi navaroka wê ya erdnîgarî û siyasî di nav rêveberiya ne navendî de di Sûriyeyek demokratîk de bingeh digire.

Li ser wê û li gorî me li jor bi bîr xistiye û piştî nîqaşan bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê re em banga parastin û piştgiriya Rêveberiya Xweser dikin.

Her wiha;

-Divê hikumeta Şamê ya pêşerojê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek herêmek xweser di nav Sûriyeyek demokratîk û ne navendî de îtîraf bike.

-Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hewcedariya dabîna parastinê ji hêla NY`î ve ye da ku herêmê ji her êrîşekê biparêze.

Divê hikumeta Almanya ya Federal bi awayekî çalak bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixebite, dest ji firotina çekên Almanî ji Tirkiyê re berde û hema yekser bi Rêveberiya Xweser re bikeve diyalogê. Ji ber ku tenê axaftin li ser Rêveberiya Xweser nabe, divê pê re bikeve diyalogê.`

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din