Êşa wî girantir e.. 4 kes ji malbata wî hîna di bin enkazê de ne

Di bombebarana balafirên dagirkeriya Tirkiyê li ser mala wî li bajarê Serêkaniyê 4 kes ji malbatê jiyana xwe ji dest dan û hîna cenazeyên wan di bin enkazan de ne. Tevî vê yekê ji warê xwe koçber bûye.

Ji 9`ê Cotmehê û heta îro, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê di êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dewam dikin û şêniyên wê didin koçberkirin. Ji bajarên ku hate talankirin û rûxandin, bajarê Serêkaniyê ye ku deh hezaran ji jin û zarok bi zorê koçber bûn, her wiha dehan sivîl ji aliyê artêşa Tirk şehîd bûn.

Koçberan berê xwe da 64 dibistanên bajarê Hesekê û gundên wê, ku Rêveberiya Xweser diyar kirin.

Gelek koçberên li dibistanan, rewş xwe û zehmetiyên ku li dervayî mala xwe dibînin, ji ajansa me re şîrove kirin.

Bedran Emîn Eyûb ji koçberê Serêkaniyê, li taxa El-Hewarnê ya Hesekê dima, wiha got: "Ji ber bombebarana dagirkeriya Tirkiyê em ji Serêkaniyê koçber bûn, di topbarana dagirkeriya Tirkiyê de 4 kes ji malbata min şehîd bûn, ew birayê min, kurê birayê min, kurê apê min û diya min, cenazeyên wan di bin bermahiyan de ne."

Eyûb bi dilekî jan, wiha dibêje: "Tiştek di mala me de nema, çeteyên dagirkeriya Tirkiyê her tişt talankirin û şewitandin", Eyûb destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dest bi binpêkirinên derheqê gelên herêmê kir û wiha got: "Amerîka rê da dagirkeriya Tirk da ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike."

Eyûb bang li Civaka Navneteweyî kir û got: "Divê Civaka Navneteweyî alîkariya me bike û çeteyan ji Serêkaniyê derxe, da ku em vegerin malên xwe, ji ber eger Tirkiyê û çeteyên wê li welatê me bin, em venagerin, tu hêzan ji bilî QSD`ê  li Serêkaniyê qebûl nakin, QSD`ê em parastin û me diparêze."

Her wiha koçbereke din ji Serêkaniyê Remziyê Ehmed wiha dibêje: "Çeteyên dagirkeriya Tirkiyê malên me talankirin û bajar rûxandin, dewletên Ewropa alîkariya me nekir."

Remziyê wiha domand: "Em nizanin Erdogan û çeteyên wê ji me çi dixwazin? Di têkbirina mezintirîn rêxistina terorîst li cîhan me bi hezaran şehîd dan, çeteyên dagirkeriya Tirk binpêkirinan derheqê jinên li bajêr pêk tînin."

Remziyê destnîşan kir ku DAIŞ`ê û çeteyên dagirkeriya Tirk heman rûye, Remziyê got: "Tiştê DAIŞ`ê beriya çend salan kir, niha çeteyên dagirkeriya Tirkiyê heman tiştî dikin, ji kuştin, talankirin û ferzkirina peran derheqê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Her wiha Remziyê di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Eger çeteyek li bajarê Serêkaniyê hebe, em venagerin, çeteyên ji Şam, Heleb û bajarên din li Serêkaniyê çi dikin, divê ew vegerin bajarên xwe, ev xak xaka me ye."

Remziyê daxwaz ji dewletên cîhanê kir ku alîkariya wan bikin û wan vegerînin malên wan û Tirkiyê û çeteyên wê ji bajarê Serêkaniyê derxin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din