Şabak a Îsraîlê girtina filistîniyekê ku tev li El-Nusra bûye ragihand

Saziya ewlehiya giştî ya Îsraîlê Şabakê kişf kir ku keçeke ji şêniyên El-Celîl ku beriya salekê tev li çeteyên Cebhet El-Nusra bûye, girtiye. Ew jî di dema hatina wê ji Tirkiyê de di 7’ê Gulanê de li Îsraîlê pêk hatiye.

Şabakê (Şîn-Bet)daxuyaniyek weşand û ev tişt tê de got: “Şabakê tevî hevkariya polîsên Îsraîlê di destpêka Gulana borî de keça bi navê Renwa Resmî Mihemed Şinawî (1997) ji şêniyên gundê El-Mekir a girêdayî bajarê El-Celîl ê bakurê Îsraîlê bi şibheta ku ew bi rêya derqanûnî ji welat derketiye û tev li rêxistina terorîst a îslamî ya tundrew a Cebhet El-Nusra li Sûriyê bûye, girtiye.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Piştî vegera wê ji Tirkiyê di 7’ê Gulana borî de ya li Îsraîlê, hate girtin.”

Tirkiye deriyê têketina terorê ya Sûriyê û Iraqê ye û wek deriyê vegera terorîstan a ji welatên xwe re jî tê zanîn.

Tirkiye piştevaniya Cebhet El-Nusra li Idlibê dike. 12 nuqteyên leşkerî yên Tirkiyê li herêmên di bin serweriya Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam) de hene.

(fr)


Mijarên Din