Şagirtên seretayî yên Minbicê ketin pêşbirkê

Bi armanca pêşxistina behreyên xwendekaran, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê pêşbirkek ji şagirtên seretayî yên bajêr re li dar xist.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê pêşbirkek ji şagirtên seretayî li ser asta bajêr li dar xist. Hevserokên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê û gundên wê Sûhêl Walî û Buseyne Mihemed û mamosteyên dibistanan amade bûn.

Piştî ji her refekê ji dibistanên bajêr re text hate çêkirin, 150 xwendekar ji hemû dibistanan hatin diyarkirin û beşdarî pêşbirkê bûn.

Di pêşbirkê de ezmûn ji xwendekaran re di madeya bîrkarî û zimanê erebî de hate çêkirin.

Dê encamên pêşbirkê di rojên pêş de bêne ragihandin, piştî ku textên xwendekaran bêne sererastkirin. Dê xwendekarên serkeftî bêne xelatkirin.

Ev bêşbirk dê li dibistanên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were.

ANHA


Mijarên Din