Şahide şewata girtîgeha Hesekê: Berpirsê şewatê polîs bûn

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê şaxê Hesekê û yek ji girtiyên siyasî yên wê demê Şemsedîn Mele Ibrahîm got: “Fermandarê polîsan ê berpirsiyarê girtîgehê, rêveberiya girtîgehê û ewlehiya siyasî ji ber bertîlê û derbaskirina madeyên hişbiriyê, bûn sedema sereke ya derketina şewata li girtîgeha Hesekê. Di encamê de zêdetirî 62 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji wan 25 Kurd bûn.”

Girtîgeha Hesekê ya li taxa Xiwêran, salên 60`î, di dema yekîtiya Sûriyê û Misirê de ji bo 200 girtiyan hatibû avakirin. Lê belê dewleta Sûriyê zêdetirî 700 girtî tê de digirtin.

Di 23’ê Adara 1993’an de li girtîgeha Hesekê şewatek derket. Di encamê de 62 kesî jiyana ji dest dan. Ev bûyer wek komkujiyeke li dijî Kurdan û yek ji çalakiyên kuştina komî yên li dijî Kurdên Rojava, tê pejrandin.

Derbarê şewata girtîgehê û sedemên wê de, endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk ê şaxê Hesekê û yek ji girtiyên siyasî yên wê demê Şemsedîn Mele Ibrahîm got ku sedema wî agirî rayedarên zîndanê bûn.

Mele Ibrahîm axaftina xwe wiha dest pê kir: "Di Cotmeha sala 1992`an de, ji ber sedemên siyasî dewleta Sûriyê ez girtim. Endamekî wan koman reviya û xwe radestî istîxbaratên Sûriyê kir û ew bi karê min agahdar kirin. Ji ber vê yekê ez bi tewanbariya xirabkirina têkiliyên di navbera Sûriyê û dewleteke cîran de, hatim girtin. Ez nêzî 37 rojan di şaxê ewlekariya siyasî de mam û piştre ez veguhestim dadgeha sûcên bilind a leşkerî li Helebê, piştre ez birim girtîgeha Hesekê."

‘HIKUMETA SÛRIYÊ JI BO BEŞARBÛNA MARASÎMÊN ŞEHÎDAN, KURD DIGIRTIN’

Mele Ibrahîm wiha pê de çû: "Wê demê, hikumeta Sûriyê ji ber sedemên cuda, hejmareke mezin ji alîgirên Tevgera Azadiya Kurdistanê girtin. Lê belê sedema sereke beşdarbûna wan di merasîmên şehîdan de bû. Ji ber wê yekê ez jî di nav de, 61 kes hatin girtin."

"Di girtîgehê de rêxstineke me ya taybet hebû û me bandor li girîtgehê dikir. Ji ber ku di girtîgehê de em hêzeke rêxistinkirî bûn, rêveberiya girtîgehê jî guh dida me. Girtiyên mayî jî bi tewanên revandin, kuştin, dizî û bikaranîna madeyên hişbir hatibûn girtin."

Mele Ibrahîm diyar kir ku di dîroka 23`ê Adara 1993`an de, hîna şêniyan cejna Newrozê û cejna Fisih pîroz dikir, li girtîgehê şewat derket. Mele Ibrahîm got: “Girtîgeh ji 5 beşan pêk dihat. Parêzvanên girtîgehê ji ber cejnê deriyên hemû beşan li ser hev vekiribûn. Ez di beşê duyemîn de bûm, bi min re gelek kesên alîgirên tevgerê hebûn. Di beşê 4 û 5`an de kesên madeyên hişbir bi kar dianîn û sûcdar tevî gelek alîgirên din ê tevgerê, diman."

‘BÊHNEKE ECÊB JI GIRTÎGEHÊ DIHAT’

Şemsedîn Mele Ibrahîm wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dema em çûn serdana hevalên xwe yên beşa 5`emîn, bêheneke ecêb ji wir dihat. Pir serxweş xuya dikirin, gotin me madeyên hişbiriyê bi kar anîne, di nava wan Elî Qasim jî hebû. Em piştre vegerîn cihê xwe. Me tevgereke ne normal li girtîgehê ferq kir, lê me nizanî çi diqewime. Piştre 122 girtî anîn beşê me ku ji bo 30 kesî hatibû amadekirin."

‘DERBASKIRINA GAZÊ QEDEXE BÛ, LÊ BELÊ ROJA CEJNÊ DERBAS KIRIN’

Mele Ibrahîm tekez kir ku rêveberiya girtîgehê zêdetirî 15 rojan madeya gazê li ser girtiyan qedexe kiribû, lê belê bi boneya cejna Fusih gaz li wan belav kir û wiha pê de çû: "Tenê di beşê me de zêdetirî 300 lîtreyên gazê hebû. Her girtiyekî gaz xist bin textê xwe. Piştre rêveberiya girtîgehê hemû deriyên ku ji  bo cejnê hatibûn vekirin, girt."

‘JI BER GIRTIYEKÎ SERXWEŞ LI BEŞAN TEVLÎHEVÎ DERKET’

Şemsedîn Mele Ibrahîm bi van gotinan axaftina xwe dewam kir: "Piştî girtina deriyên hemû beşan, min bi çavên xwe girtiyekî bi navê "Elî Qasim" dît li derveyî cihê xwe ye û ji ber ku ew serxweş bû û gef dixwarin. Her wiha polîsan zanî ku dê bi şefreya di devê xwe de xwe bikuje, ew girt. Li ser wê yekê yek ji hevalên Elî Qasim ê li beşên din dest bi xwepêşandanê kir û li pêşiya deriyê beşê me madeya gazê li ser betaniyan kir û agir pêxistin. Her wiha gef li polîsan xwar, ger Elî Qasim venegerînin cihê wî, dê tevahî girtîgehê bişewitînin. Polîsan jî daxwaza wan pêk anî."

‘ISYANA DUYEMÎN Û PÊXISTINA AGIR’

Mele Ibrahîm wiha lê zêde kir: "Piştî demeke kin, me careke din li derveyî cihê wî dengê Elî Qasim bihîst. Polîsan careke din ew girt û lê xistin. Wî bang hevalên xwe kir ku bi hawara wî ve bên. Li ser wê yekê hevalên wî yên li beşê me diman, dest bi xwepêşandanê kirin ku di nava wan de kemîran ê bi navê "Kemo" dihat bi navkirin, Welîd û Mihemed Emîn ê bi navê "Wehşo" dihat bi navkirin hebûn. Lê belê vê carê polîsan dev ji Elî Qasim bernedan, ji ber vê yekê hevalên wî li cem deriyan ji hundir ve gaz li gelek betaniyan kirin û şewitandin. Bi vê yekê agir bi rêya betaniyan bi gaza di hundir girtîgehê jî ket û belav bû."  

‘JI 62 QURBANIYAN, 25 KURD BÛN’

Mele Ibrahîm wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber dûmana şewatê, gelek girtî xeniqîn, tevî ku min bang li wan kir ku serê xwe daxînin jêr ji ber dûman bilind dibû. Min jî av danî ser qumaşekî û min pê rûyê xwe girt. Piştre kesên bi navê "Welîd" keblên eleketrîkê qut kir û gefa eleketrîkkirina tevahî girtîgehê xwar. Ji ber vê yekê me ji ewlekariyê xwest ku eleketrîkê li ser girtîgehê qut bikin. Polîsê berpirsê kitîtên beşan, reviyan. Piştre kesekî gazî wî kir lê belê kilît çekirin û dîsa reviya. Hevalekî me derî vekir û mih bihîst hevalekî me yê bi navê "Ebid El-Barî" ku piştre şehîd bû, bang dike û dibêje ku derî vekirine. Ez jî li ser zikê xwe ji vê derê derketim û piştre ez birim nexweşxaneyê. Piştre min zanî ku hejmara qurbaniyan 62 ye ku di nav de 25 Kurd in."

Şemsedîn Mele Ibrahîm diyar kir ku piştî gihîşt nexweşxaneyê û hat dermankirin, derdorê saet 4`yê sibehê çîdarekî yekem hat û ji bo lêpirsînê ew bi xwe re bir. Tevî hewldanên bijîşkan ku ji ber birînên wî nebin jî, lê belê ew pêxwes bi xwe re birin.

Mele Ibrahîm wiha pê de çû: "Dema em gihan beşê lêpirsînê, em derdorê 12 kesan bûn. Ez 13 rojan li wir mam. Ji bo lêpirsîna di doza şewatê de mîralayek ji Şamê hatibû. Saet 11`ê şevê, ji bo lêpirsînê gazî min kirin û heta saet 7`ê sibehê lêpirsînê dewam kir. Min ji efserê lêpisînê re got sedema sereke fermandarê polîsan û rêveberiya girtîgehê bû. Ji ber bertîlê û derbaskirina madeyên hişbiriyê ji bo hundirê girîtgehê, ku bêyî hevkariya fermandarê polîsan tu kes nikare madeyên hişbiriyê derbas bike."

Mele Ibarahîm wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Piştî ku lêpirsîn bi dawî bû, em vegerandin girtîgehê û hemû alîgirên tevgerê serbest berdan. Lê belê zexta li ser min zêde kir û piştre bi demekê ez jî serbest berdam, ji ber ku min li dijî tewanbariya xwe redkirin pêşkêş kir û redkirina min hat qebûlkirin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din