​​​​​​​Şahideke sûcên dagirkeran: Rewşa jinan li Efrînê xeternak e

Şahideke binpêkirin û kiryarên hovane yên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê dibêje “Çeteyên El-Emşat, jineke 20 salî ji gundê Hesen ê girêdayî navçeya Raco revand û bir bajarê Idlibê. Jina ciwan rastî êrişa cinsî û îşkenceyê hatiye.”

Dewleta Tirk û komên çete ev du sal e li Efrînê bi hemû şêwazan li hemberî jinan zextê dimeşînin. Gelek caran jin hatin revandin, tacîz û tecawizkirin, bi zorê serê wan hate girtin û bi tena xwe derketina wan a derve hate qedexekirin.

Jina bi navê K.E. ku ji ber zilma dagirkeran ji Efrînê reviye, diyar kir ku ev zexta li jinan berdewam e û jin bi hemû cure xetereyan re rû bi rûne.

JIN HATIN REVANDIN

Têkildarî haletên revandinê jinan, K.E. diyar kir ku jin li Efrînê bi xetereyê re rû bi rû mane. Li rex kuştin û îşkencekirina sivîlan, revandina jinan li kantona Efrînê berdewam e.

K.E. bal kişand ser ku çeteyên El-Emşat, jineke 20 salî ji gundê Hesen ê girêdayî navçeya Raco revand û bir bajarê Idlibê. Li gorî K.E. jina ciwan rastî êrişa cinsî û îşkenceyê hatiye. Niha li Nexweşxaneya El-Dana ya li gundewarê Idlibê tê dermankirin. Rewşa wê ne baş e.

K.E. diyar kir ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye jinek li navçeya Cindirêsê bi hinceta ku mala cîranan bi dîmen kişandiye û agahiyên girêdayî çeteyan dide YPG û YPJ`ê, revand. Ew jin hîna li cem çeteyên Ehrar El-Şerqiye girtî ye.

K.E. got çeteyên Ehrar El-Şam miqdarek pere ji şêniyek ji gundê Xezewiyê standin. Ji ber ku şênî pere nade, çeteyan keça wî ya 19 salî ya ku li Efrînê dema ji dibistanê vedigeriya, revand.

K.E. bibîr xist ku çeteyên Ehrar El-Şam zarokek 8 salî li nêzî Çerxerêya Kawayê Hesinkar li navenda kantona Efrînê revandin, çaranûsa wê heya niha ne diyar e.

Ji ber girêdana bi axê û darên zeytûnê, jina temenmezin K.E. biryar daye ku vegere gundê xwe Kefer Şîlê. K.E. ji ber dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, neçar maye ji gundê xwe koçber bibe. Piştî koçberkirina sivîlan ji Efrînê, bi mehek û nîv K.E. biryarç dide vegere gund. Lê K.E. bi hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li djî gelan bi taybet li dijî gelê Kurd nezanî.

K.E. heya du salan li kantonê dimîne û dibe şahida sûcên artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan li dijî sivîlan.

‘ÇETEYÊN ARTÊŞA TIRK JI BO PEREYAN SIVÎLAN DIKUJIN’

Girêdayî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kantona Efrînê di berdewamiya axaftina xwe de K.E. got: "Çeteyên El-Hemzat a girêdayî istixbarata Tirkiyê ji bo 100 hezar lîreyên Sûriyê şêniyê bi navê Muhîdîn Ebû Ezîz (58) û hevsera wî li gundê Kefer Şîlê kuştin. Çeteyan destpêkê zilam xeniqand û piştre bi alavek tûj li serî wî dan û gule lê berandin. Hevsera wî jî ji ber lêdan û îşkenceyê jiyana xwe ji dest da."

Li gorî vegotina K.E. çeteyan li nêzî Çerxerêya Maratê li navenda kantona Efrînê ji bo 35 hezar lîreyên Sûriyê zilamek kuşt.

BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ SIVÎLAN BERDEWAM IN

K.E. diyar kir ku çete sivîlan bi hincetên danûstandina bi Rêveberiya Xweser, YPG û YPJ`ê re bi awayekî hovane direvînin. K.E. wiha berdewam kir: "Ji ber teqemeniyan û haletên revandinê, kesek nikare ji mala xwe derkeve. Jiyana xwe bi awayekî asayî berdewam bike. Di dirêjahiya du salan de  ez ji mala xwe dernektim. Min zeviyên xwe yên zeytûnê nedîtin."

K.E. destnîşan kir ku rewşên sivîlan li kantona Efrînê ji tevahiya aliyan ve ne baş in. K.E. bang li rêxistinên navneteweyî kir ku mudexele bikin, rewşên sivîlan li kantona Efrînê û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nas bikin.

K.E. ji derdora mehekê ve ji kantona Efrînê derketiye. Niha li navçeya Fafînê dimîne. K.E. diyar dike ku ew ê berxwedana xwe li kantona Şehbayê berdewam bike mîna tevahiya koçberan, heya vegerin warên xwe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din