Şahidên terora DAIŞ’ê di komxebatê de gotin: Bila DAIŞ li herêmê bê darizandin

Şahidên zindî yên terora DAIŞ ê diyar kirin ku ev kiryarên çeteyên DAIŞ tu carî nayên ji bîr kirin û gotin: “Daxwaza me ew e ku ev çeteyên DAIŞ’ê di welatê ku lê têkçûne bên darizandin.”

Navenda Rojava ya Lêkolînên Istratejîk (NRLS) li navçeya Amûdê ya giredayî bajarê Qamişlo li hola Beylesan komxebata navnetewî tekildarî çeteyên DAIŞ’ê (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirbûnê ) lidar dixe. Piştî axaftin û temaşekirina sînevizyonê ya tekildarî kiryarên DAIŞ’ê şahidên zindî yên terora DAIŞ’ê hatin guhdarkirin.

Daxwaza şahidên hovîtiya DAIŞ’ê ya heî ku deket pêş, darizandina çeteyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.

‘Heya em saxin em terora DAIŞ’ê ji bîr nakin’

Jina Ezîdî Makbûla Ezidiya ku ji Şengalê , keyfxweşiya xwe ya ji bo têkçûyîna DAIŞ’ê anî ziman û got: “Heya em saxbin, em  terora DAIŞ’ê ji bîr nakin. Li ber çavên cîhanê komkujî pêk hat. Li ber çavên me komkujî çêbûn. Gelek zarok ji birçîna mirin. Tu kes pirsa van bûyeran nake ev kes hemû sivîlbûn. Firotin, tecawûz, kuştin,  van çeteyan hemû kiryarên li dijî mirovahiyê pêk anîn. Ez jî 4 sal esîr di nav destê wan de bûm. Zilm û zorî li me kirin. Li ber çavên me bi dehan kes kuştin. Êrîşên hovane li ser me pêk anîn.  Her çendî ji bo zilmê ferq nekirina nava pêkhateyan, lê bi hovîtî êrîşÎ Êzidiyan kirin.  Her tim Êzîdî hedefên çeteyan bûn. Li dijî Êzîdiyan teybet gelek kiryarên qirêj pêk anîn. Musul, Reqa heya Efrînê kiryar li dijî hebûna Ezîdiyan dewam kir. Em xistin zindanan, çavên me girêdan.  Em ji destên wan rêviyan û hatin cihên di bin serweriya QSD’ê de. Em ji hebûna QSD û hêza wan gelek keyfxweşin ku li dijî DAIŞ’ê şerêkî bêhempa kirin û DAIŞ têk birin.”

‘Divê DAIŞ li axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê darizandin’

Suat Mirad Xelef  Imra ji Şengalê ye û şahida kiryarên çeteyên DAIŞ ye. Suad çiroka xwe wiha vegot: “Demekê em zindanê de man û derbasî axa Sûriyê bûn. Bi hezaran jin zarok di destê DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî em ji zindanê derdixistin bi dehan caran me firotin û bi hezaran jin zarok dihatin firotin. Li dijî vê hişmenidya DAIŞ’ê bi hezaran jinên Êzîdî xwe kuştin û dikujin. Bi riya QSD’ê ez ji destê çeteyên DAIŞ rizgar bûn. Bi sedan şervanên QSD’ê xwîna xwe didan heya yek ji me xilas dikirin. Piştî ez hatim rizgar kirin, ji bo li dijî DAIŞ’ê, tola hezaran jin û zarokên Êzîdî hildim ez tevlî YJŞ bûm. Min bi şerkirina li dijî DAIŞ’ê,  tola xwe û ya hezran jinên Ezîdî rakir. Niha daxwaza me li vir heye. QSD’ê li vir DAIŞ têk bir. Daxwaza me jî ew e ku DAIŞ li vir bê darizandin.”

‘Hêviyên hevalên me pêk hatin û DAIŞ têk çû’

Sibel Işik ku gaziya Komkujiya 20’ê Tirmehê ku li Pirsûsê (Suruç) pêkhat, ye. Işik tekildarî komkujiyê ev tişt got: “Bi van komkujiyan de dewleta Tirk a dagirker xwest vîna gel têk bibe. Di komkujiyê de leşkerên dewleta Tirk û polîsên wan ne dihiştin ku em birîndaran rakin nexweşxaneyê. Vê dkomkujiyê tu carî hevîyên me bi dawî nekir. Heviyên hevalên me di warên şoreşa Rojava de berdewam dike. Bi hêz û heviya xwe çeteyên DAIŞ û hevkarên wê di Rojava de têk çûn. Îro axaftina sûcên li ser DAIŞ û dadgehkirina çeteyên DAIŞ di herêmê jib o hevîyên şehîd û zarokên me de divê pêk were. Hemû êşên me wek hevin. Em êşên xwe ji bo rakirina tola mirovahiyê dixin hêz. Hevalên me yên di komkujiya Pirsûsê de şehîd ketin digotin ken dema kenêye divê gelê me biken e.”

 Alçin Ibrahîm  jî yek ji wan kesan e ku bav û dayika wê di komkujiya Kobanê de şehîd ketin e. Alçin diya kir ku komkujî êşek mezin e û got: “Dayîk û Bavê min di komkujiya Kobanê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin  qetilkirin. Ez ê êşa vê her bikşînim.  Ez ê li hember hebûna DAIŞ’ê têkoşînê bikin. “

Cewat Kesasba birayê pîlotê ji Ûrdinê Mûaz Kesasba ku ji aliyê çeteyên DAIŞ vê hatibû şewitandin bi riya Skaybê beşdarî komxebatê bû û hin daxwazên xwe anîn ser ziman û got: “Divê lêpirsînek zelal ji DAIŞ’ê re bê çêkirin û di nav vê lêpirsîna de dewletên navnetewî cîh bigrin. Em dixwazin di dema darizandina çeteyan de amade bin. Em dixwazin kujêrên mirovahiyê bêne darizandin.”

Alice Dayif Fransî yek ji birîndarê komkujya Fransayê ya bajarê Nice jî got: “Divê ev çete bên darizandin û bêne cezakirin. Xeteriya wan çeteyan ji bo tevahî mirovahiyê heye. Ev çete hemû divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên darizandin.”

Nasir El- Sebaa ji Derazorê ye. El- Sebaa şahidê komkujiya çeteyan a bi navê Şeyir Dad ku têde 700 kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûbûn, e. El- Sebaa got: “Bê nîqaş bila ev çete li herêmên me warên ku komkujî lê pêkanîne bên darizandin.”

 Niha jî tê payîn ku mêhvanên amede biaxivin.

ANHA


Mijarên Din