Şahiya 8`ê Adarê ya li Qamişloyê bi gerandina govendê bi dawî bû

Şahiya jinên Bakur û Rojhilata Sûriyê ya 8'ê Adarê bi pêşkêşiyên hunerî yên jinên Kurd, Ereb û Suryan û gerandina govendê bi dawî bû.

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Kongreya Star li bajarê Qamişloyê şahiyeke mezin bi dirûşma “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye” organîze kir.

Bi hezaran jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên siyasî yên jin, fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi peyam û axaftinên nûnerên saziyên sivîl û leşkerî dest pê kir. Di axaftinan de, dewamkirina têkoşînê hate piştrastkirin.

Şahiyê seat di 11'ê sibehê de dest pê kir û bi stranên komên kurdî, erebî û suryanî, her wiha şano û govendê bi dawî bû.  Koma Cûdî, Koma Rojîn Ereb, Koma Kevana Zêrîn, Koma Nehasiyê û Koma Dîlan beşdarî şahiyê bûn.

Her wiha gelek hunermendên Kurd û Ereb ên ji Bakur û Rojhilata Sûriyê beşdarî şahiyê bûn wekî Nisrîn Botan, Evîn Bîlal, Fatime Bîlal, Sumeye Mihemed û Mûne Ehmed.

(dm)

ANHA


Mijarên Din