Şahiyên 8`ê Adarê li Cizîr, Reqa, Şehba û Minbicê bi dawî bûn

Çalakiyên şahiyan ên bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li herêma Cizîrê û Reqa, Şehba û Minbicê bi beşdariya jinên Kurd, Ereb û Suryan bi cilên folklorîk bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e"  bi dawî bûn.

QAMIŞLO

Çalakiya girseyî ji herêma Mizgeftê ya girêdayî navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi beşdariya jinên kantona Qamişlo ji tevahî pêkhateyên herêmê dest pê kir.

Di şahiyê de tevahî jin bi cilên folklorîk ku nîşaneya kevneşop û cihêrengiya her pêkhateyekê ne, beşdar bûn. Şahî bi xwendina perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên dawîn ên der barê jinan de, piştre bi xwendina nameya jinan a ji tevahî pêkhateyên kantona Qamişlo bi zimanên kurdî, erebî û suryanî dest pê kir.

Di çalakiyên girseyî de dayik, hevjîn û zarokên şehîdan hatin xelatkirin, her wiha bi stran û dîlanên ji tîmên Kurd, Ereb û Suryan çalakî bi dawî bû.

HESEKÊ

Çalakiya şahiya 8’ê Adarê ya kantona Hesekê bi gelek pêşandanan bi dawî bû.

Îro li kantona Hesekê bi boneya 8’ê Adarê Kongreya Star a kantonê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" çalakî li bajarokê Tiwêne yê kantona Hesekê li dar xist. Her wiha bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û navçeyên wê beşdarî şahiyê bûn. Di şahiyê de jinan cilên folklorîk li xwe kirin.

Di şahiyê de nameya rêber Abdullah Ocalan bi zimanên erebî û kurdî hat xwendin. Ji wê zêdetirî jî daxuyanî bi 3 zimanên fermî; kurdî, erebî û suryanî hat xwendin. Piştre gelek tîmên li kantona Hesekê hunerên xwe ji dîlanên folklorîk ji hêla Tîma Tolhildanê û pêşkêşkirina tîma Şehîd Sakîna ya stranê, pêşkêş kirin.

Li dawiyê YPJ û endamên Heyva Sor a Kurd li bajarokê Til Timerê hatin xelatkirin.

REQA

Çalakiya Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Reqayê li Firqeya 17’an a bakurê Reqayê bi stranên huner û şanoyê bi dawî bû.

Şahiya ku Rêveberiya Jinan ku li qada Tebqa û Reqayê  li dar xistiye, bi stranên şoreşgerî û hunerên gelêrî berdewam kir. Her wiha Komîteya Çand û Hunerê ya Reqa û Tebqayê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Çalakiya Roja Jinan a Cîhanê ya li Reqayê bi pêşkêşiyên hunermend Rohilat Botan û Yasmîn El-Esker ên stranên kevn bi dawî bû. Stranên van her du hunermendan li ser mîrasa gel, berxwedana têkoşeran, stranên li ser Efrîn, Sûriyê û QSD’ê bûn.

Piştî tîma Tebqa şanoyek der barê lêgerîna azadiyê pêşkêş kir, dûre Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê bi navê Tîma Weter stran pêşkêş kirin.

Çalakî bi dîlan û stranên gelêrî bi dawî bû.

ŞEHBA

Ji saetên sibehê de şahiya Roja Jinan a Cîhanê li gundê Meret El-Mislimiyê yê girêdayî navçeya Ehdas a girêdayî kantona Şehbayê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" dest pê kir.

Piştî axaftinan Koma Şehîd Mizgîn a girêdayî Hîlala Zêrîn a girêdayî Şehba stran, Koma Şehîd Barîn şano bi sernavê "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" ku der barê tundiya li dijî jina û çawaniya şikandina sîstemên desthilat ên li hember azadiya jinan, pêşkêş kirin.

Her wiha tîma Şehîd Viyan Soran a girêdayî Hîlala Zêrîn dîlan gerand, li aliyekî din endama Tevgera Hîlala Zêrîn Romîna Seydo li kemanê da.

Şahî bi pêşkêşkirinên komên Şehîd Hêva û Berçem bi dawî bû.

MINBIC

Ji seatên sibehê de girseya jinan ji Çerxerêya Amil El-Nezafê dest bi meşa ber bi qada Meclisa Edaleta Civakî ya rojavayê bajêr ve kir.

Piştî axaftin bi dawî bûn, Koma Şehîd Hevrîn Xelef stran û muzîk, Koma Şehîd Canfeda dîlanên folklorîk, Koma Rojhilat a Kobanê dîlanên folklorîk û Koma Amara ya Minbicê stran pêşkêş kirin.

Çalakî bi stran û dîlanên folklorîk û gelêrî bi dawî bûn.

(fr)

ANHA


Mijarên Din