Şahoz Hesen: Berxwedana xelkê Efrînê li Şehbayê nameyek ji cîhanê re ye

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen di civînekê de got, berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê nameyekê dide cîhanê ku ew berxwedana xwe li nêzî warê dewam bikin heta Efrînê rizgar bikin. Hesen anî ziman ku gelê Kurd mafdar e û dê teqez bi serkeve.

Di civîna ku li hola civînan a taxa Şêxmeqûs a Helebê hatibû lidarxistin de bi sedan endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) amade bûn.

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen axivî, di destpêka axaftina xwe de dagirkirina Tirkiyê li Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirina û kiriyarên li dijî dayikên çalakgeran li Bakurê Kurdistanê şermezar kir. Hesen got: "Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana gel dê bi serkeve, ji ber ku gelê Kurd mafdar e û daxwazên wê rewa û adil in."

Şahoz Hesen di berdewama axaftinên xwe de got: "Gelê Kurd bi hevgirtina hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bi berxwedan û projeya xwe û serkeftina xwe ya li dijî mezintirîn rêxistina teror a DAIŞ‘ê xwe îsbat kir, bi vê yekê wekî aktorekî sereke di qada siyasî li Rojhilata Navîn de xwe ferz kir ku êdî ti kes nikare hebûn û mafê gelê Kurd înkar bike."

Hesen, her wiha bal kişand ser berxwedana gelê Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û bi bîr xistin ku Kurdan Erdogan di hilbijartinên herêmî de têk birin û Stenbol ji destê wî hate derxistin.

Hevserokê PYD‘ê anî ziman ku rejîma Sûriyeyê hîna bi zihniyeta xwe ya neqebûlkirina gelê Kurd ve girêdayî ye û got: "Divê cîhan nas bike ku têkoşîna me ji bo belavkirina fikrê demokratîk û afrandina rihê biratî û aştiyê li tevahî Sûriyeyê ye. Lê rejîma Sûriyeyê hîna bi zihniyeta ya neqebûlkirina gelê Kurd  û hemû kesên azadîxwaz ve girêdayî ye. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadî û rumeta xwe bi dest xistiye û venagere serdema zulm û koletiyê. Herge hemû pêkhate yekitiya xwe dewam bikin dê projeya netewa demokratkî bi serkeve."

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen bal kişand ser berxwdana gelê Efrînê yê li Şehbayê û wiha anî ziman: "Bi berxwedana xwe nameyekê didin cîhanê ku ew bi têkoşîna xwe li rex welatê xwe dewam bikin heta rizgar bikin. Bi îradeya gelê yek û bi rêbazê siyasî dudu Efrînê di biserkeve."

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din