Şahoz Hesen: Divê Rûsya û dewletên din destekê bidin danûstandinê

Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen diyar kir ku ew banga yekbûna xaka Sûriyê dikin, li ser vî esasî bi rêjîma Sûriyê li Şamê re di nav danûstandinan de ne û divê Rûsya û dewletên din destekê bidin vê danûstandinê.

KOBANÊ

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen diyar kir ku ew hewl didin danûstandinên niştîmanî yên Sûriyê di navbera aliyên Sûriyê de li dar bixin ku sînorekî ji aloziya Sûriyê re deynin.

Şahoz Hesen di roja duyemîn a kongreya PYD’ê ya li bajarê Kobanê de axivî.

Şahoz Hesen got ku ew hewl didin bi hêzên ku li qada Sûriyê şer dikin re bikevin nav hevdîtinan ku beşdarî avakirina danûstandinên Sûrî – Sûrî bibin û aloziyê bi dawî bikin. Hesen wiha got: "Hin alî hene dibêjin rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê cudaxwaz e. Çawa hêzeke Sûriyê bi hemû gel û pêkhateyên wê ji parçeyên din qut e, divê ew li xwe û daxuyaniyên xwe vegerin. Em banga yekbûna xaka Sûriyê dikin, li ser vî esasî em bi rêjîma Sûriyê li Şamê re di nava danûstandinan de ne. Divê Rûsya û dewletên din destekê bidin vê danûstandinê.”

Der barê mijarê de Hesen got ew bang li hemû partiyên Kurd li Sûriyê dikin ku beşdarî çareseriya siyasî li Sûriyê bibin û şaşiyên ku dikin, zanibin û wiha got: "Em amade ne her tiştî bikin ku yekitiya gelê Kurd pêk were. Haceta me heye ku ew partî ramanên vî gelî qebûl bikin beriya ku tiştek pêk were. Lê pirs di vir de ye; gelo dê gel kesên Kurd ên ku destê xwe dixin destê dewleta Tirk û gelên xwe dikujin, efû bike?”

Gefên Tirkiyê yên êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin û bi hezaran çeteyên xwe li ser sînorê Sûriye û Tirkiyê bi cih kirine û kongreya PYD’ê di demeke wiha de pêk tê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din