Şahoz Hesen: Diyalog esas e lê êrîş hebin dê berxwedan jî hebe

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen bal kişand ser tevgera dewleta Tirk a li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got “Ji bo berdewamkirina aştî û aramiya herêmê diyalog esas in lê heger êrîş hebin dê berxwedaneke mezin jî hebe.”

Dewleta Tirk a dagirker ev demek e li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çekên giran û leşkeran bi cih dike û xendekan dikole. Dem bi dem heron û balafirên keşfe jî li ser herêmê dide gerandin. Bi vê tevgerê re dewleta Tirk çavsoriya xwe diyar dike û dixwaze bi van rêbazan daxwaza qaşo herêma ewle ya 32 km bide qebûlkirin.

Têkildarî tevgera dewleta Tirk li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ji ajansa me re axivî.

Piştî têkbirina DAIŞ’ê dîsa gefên Tirkiyê…

Şahoz Hesen diyar kir ku piştî têkbirina DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve, dewleta Tirk bi her awayî dixwaze aramiya herêmê xerab bike û got: “Tekiliyên di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ de gelek caran hatin îspatkirin û li pişt êrîşên çeteyan Tirkiye derket. Herî dawî dagirkirina Efrînê jî bikaranîna wan komên çeteyan pêk hat ku armanca esasî dagirkirina parçeyek ji axa Sûriyê bû. Destpêka aloziya Sûriyê dewleta Tirk dagirkirina hemû Sûriyê kiribû nav armancên xwe. Erdogan digot ‘Di nav çend hefteyan de em ê li Şamê nimêj bikin’.  Niha jî herêmên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, dixwazin dagir bikin. Di esasê xwe de tecrubeya Rêveberiya Xweser a demokratîk tehdît dike.”

Gefên Tirkiyê ji bo DAIŞ’ê derfetan çêdikin

Hesen anî ziman ku gefên dewleta Tirk li ser girtiyên DAIŞ’ê jî xetere ne û got: “Hejmareke gelekî zêde çeteyên DAIŞ’ê girtî ne. Divê ev pirsgirêka DAIŞ’ê bê çareserkirin. Xebat ji bo wê hene lê gefên dewleta Tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê careke din nefesekê bidin wan çeteyên DAIŞ’ê û komên çete yên xeternak ser tecrubeya demokratîk û dê bixwazin bikevin tevgerê. Bi zanebûn dewleta Tirk vê yekê dike.”

Dixwazin DAIŞ’ê bi ser bixin

Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo aştî û aramiya heremê tehdîtek e û ev tişt got: “Siyaseta qirkirinê li hemberî Kurdan dide meşandin. Tiştê ku bi destê çeteyên DAIŞ û Cebet El-Nusra pêk neaniye, niha bi xwe dixwaze pêk bîne. Siyaseta dewleta Tirk xetere, qirêj e û ji aliyê tu kesî ve nayê qebûlkirin.”

Şahoz Hesen anî ziman ku Erdogan dubarekirina komkujiyên Osmaniyan dixwaze û wiha pê de çû: “Dewleta Osmanî li hemberî gelên Kurd, Suryan, Ermen, êzidî û Ereb qetlîam pêk anîn. Ev dema qetlîaman ne dûr e û niha jî Erdogan dibejê ‘Ez ê Împaratoriya Osmanî çêkim.’ Ev jî tê wateya ku careke din li ser esasê qetlîam û tunekirina gelan dixwaze armancên xwe pêk bîne. Ev rewşeke xeternak e.”

‘Gef li ser axa Sûriyê û pêşaroja herêmê ne’

Hesen bal kişand ser hincetên dewleta Tirk û anî ziman ku hincetên dewleta Tirk ne rast in û got: “Ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ti tiştek neçûya sînorên Tirkiyê. Beravajî vê hemû êrîşên ku hatine ser vê herêmê, di sînorên dewleta Tirk de çêbûne. Ew xetere li ser ewlehî û aramiya vê herêmê ye û divê gefên dewleta Tirk bên sekinandin.  Hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî divê zanibin ku meseleya Tirkan dagirkirina axa Sûriyê û gef li ser pêşeroja herêmê ne.” 

Hesen anî ziman ku eger hêzên navneteweyî û yên eleqedar dixwazin ewlehiya herêmê biparêzin, divê rêya mudaxeleya dewleta Tirk ji herêmê re bigirin û got: “Tirkiye bi kevirekî dixwaza çend çûkan bikuje. Yek parçeyek ji axa Sûriye bigire û qirkirina siyaseta dijberî Kurdan berdewam bike. Dewleta Tirk bi hincet û ser navê bicihkirina hemwelatiyên Sûriyê ku ev jî komên çete yên giredayî Tirkiyê ne, dixwaze herêma Kurdan ji Kurdan paqij bike û komên çete li vir bi cih bike. Bi vê re hikmekî di bin destê Ixwan El-Muslîmîn  û dewleta Tirk ve giredayî ye pêk bînin ev jî rewşeke gelekî xeter e.”

Hesen got di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ewlehî heye, ya xeternka hebûna Tirkiyê ye û ev tişt lê zêde kir: “Hêzên navneteweyî çawa vê ewlehiya herêmê biparezin û pêş bixin? Rêya çareserî û diyalogê esas e lê heger dewleta Tirk diyalogê esas negire û êrîş bike, wê demê em ê jî li hemberî wê berxwedaneke mezin bi pêş bixin.”

‘Niyeta Tirkiyê ya êrîşkirinê heye’

Şahoz Hesen ji bo tevgera dewleta Tirk a li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Bê nîqaş niyeta dewlet Tirk bi êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Heger niyet neba, ew qas leşker, çekên giran û komên çete li ser sînor bi cih nedikirin. Lê hemû kes divê bizane ku êrîşek bi vî rengî ne tenê ji bo gelê herêmê, ji bo Tirkiyê jî dê tevliheviyeke mezin be. Her wiha li ser pirsgirêka DAIŞ’ê ku hîn nehatiye çareserkirin, derfetdayîna ketina Îran û rejîma Sûriyê nav axa herêmê jî dê pêk were. Bandora êrîşê dê li ser siyaseta Amerîka û Rûsyayê jî hebe.”

‘Tirkiye ketiye tengasiyê’

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen bal kişand ser rewşa krîza li Tirkiyê û got: “Dewleta Tirk û hikumeta AKP/MHP’ê di aliye siyasî, aborî, civakî de di rewşeke gelekî teng da ye.  Gelê Tirkiyê di hilbijartinan de demokrasî hilbijart û ji Erdogan re gotin ‘Êdî em siyaseta te qebûl nakin.’ Bi mêjiyekî faşîst şerek li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin, tu pirsgirêka Tirkiyê çareser nabe. Tu mafê Erdogan û hikûmeta wî tune ye ku êrîşekê bîne ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê.” 

ANHA


Mijarên Din