Sala nû ya perwerdeyê bi gavên girîng dest pê dike

Desteyên perwerde û fêrkirinê yên herêmên Firat û Cizîrê di çarçoveya bilindkirina asta perwerdeyê de ji bo sala nû ya 2019-2020‘an gavên girîng avêtin. Desteyan guhertinên nû di materyalên perwerdeyê û rêbazên perwerdeyê de pêk anîn. Her wiha fakulteyên nû derbasî zanîngehan kirin û mamoste beşdarî dewreyên perwerdeyê kirin.

Li gorî biryara Koordînasyona Giştî ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2‘yê Îlona 2019‘an de berdemiya kargêrî li dibistanan dest pê dike û destpêkirina perwerdeya xwendekaran di 15‘ê Îlonê de ye.

Desteyên perwerde û fêrkirinê yên herêmên Cizîr û Kobanê dikarîn kêmasiyên ku di prosesa perwerdeyê de di salên derbasbûyî de derketin, derbas bikin. Di vî warî de desteyan şêwazên sereke yên materyalan ku dê bi 3 zimanan werin dayîn, diyar kirin û her wiha hemû mamoste di werza havînê de tev li perwerdeyan bûn.

Rewşa perwerdeyê li herêma Cizîrê

Li herêma Cizîrê di çarçoveya pêşxistina prosesa perwerdeyê de Saziya Materyalan hate avakirin. Di destpêkê de anku di salên derbasbûyî de ji ber lezbûna di peydakirina materyalan de hin kêmasî wekî rastnivîs, nezelalbûna di hin têgehan de derketin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê xwe naspêre materyalên. Di vê der barê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hac Elî diyar ku materyaleke sabit nîn e. Materyal li gorî pêşketin û guhertinên zanistî û çandî têne amadekirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji bo pêşxistina asta mamoseteyan di sala 2015‘an de peymangehên amadekirina mamosteyan li hemû deverên herêmê vekirin û bi hezaran mamoste di nava perwerdeyên peymangehên de derbas kirin.

Materyalên Rêveberiya Xweser li gorî rêgezên neteweya demokratîk têne amadekirin. Wekî gava yekem li Sûriyê tê avêtin û li gorî herêman di dibistanan de bi 3 zimanan perwerde çêdibe; kurdî, erebî û suryanî. Her pêkhateyek bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibîne.

Ji sala 2014 heta 2018‘an Desteya Perwerde û Fêrkirinê karî bingehên perwerdeyê li gorî 3 qonaxên seretayî, amadehî û navîn bi her sê zimanan (kurdî, erebî û suryanî) amade bike. Materyal ji aliyê mamosteyên pispor ên ji her sê zimanan ve hatin amadekirin. Di Zanîngeha Rojava de ya ku di sala 2016‘an de hate damezirandin, gelek fakulte hatin vekirin.

Li herêma Cizîrê 2 hezar û 220 mamoste

Li herêma Cizîrê 2 hezar û 225 mamoste ji hemû qonaxan (seretayî, navîn û amadehî) hene. Mamoste ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ve têne birêvebirin. Li tevahî herêmê hezar û 650 dibistanên seretayî, 405 dibistanên navîn û 86 dibistanên amadehiyê û 82 dibistanên hevbeş hene.

Hejmara xwendekaran di dibistanên herêma Cizîrê de ji bilî pêşdibistan û rfa yekemîn 230 hezar û 489 e, jê 200 hezar û 901 seretayî, 24 hezar û 820 navîn û amadehî 4 hezar û 767.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê 18 hezar û 621 mamoste piştî ku tev li dewreyên perwerdeyên kirin, amade kirin. Li kantona Qamişlo 9 hezar û 400, kantona Hesekê 9 hezar û 221, her wiha 420 mamosteyên branşên zimanê erebî yên tevahî dewreyên perwerdeyê yên akademiyên Şehîd Egîd Çîlo li Hesekê û Qamişlo bûne.

Semîra Hac Elî anî ziman ku hejmara mamosteyan li gorî hejmara xwendekaran e.

Li gorî Semîra Hac Elî ji bilî guhertina hin têgehên nedihatin fehmkirin, tu guhertinên bingehîn di materyalan de çênebûne û destnîşan kir ku guhertinên hatine çêkirin jî ji aliyê komîteyeke pispor ve pêk tên.

Zanîngeha Rojava

Zanîngeha Rojava ji gelek fakulteyan pê tê; Endezyariya Petrokîmyayê, Endezyariya Petrolê, Endezyariya Çandiniyê, Jineolojî, Hunerên Bedew, Zanistên Perwerdeyê (Fîzya, Kîmya, Bîrkarî, Zindînasî, Dîrok, Erdnîgarî û Mamostetî), Wêje û Peymangeha Rêveberî û Darayî û Rêveberiyê.

Zanîngeha Rojava xwendekar li gorî du beşan mezûn kirine (41 xwendekar ji Fakulteya Wêjeyê, 109  Zanistên Perwerdeyê). Niha jî 820 xwedekar di zanîngehê de dixwînin.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê tê payîn ku beşên nû lê werin zêdekirin; Fakulteya Endezyariya Avakirinê, Peymangeha Navîn a Endezyariya Medenî, Peymangeha Bilind a Katonîk.

Herêma Firatê

Dibistanên herêma Firatê amadekariyên pêşwazîkirina bi deh hezaran xwendekaran ji bo sala nû ya perweredeyê dikin.

90 hezar xwendekar di hezar û 100 dibistanan de

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê hejmara xwendekaran di dawiya sala derbasbûyî de li her du kantonan (Kobanê û Girê Spî) 90 hezar xwendekar di her sê qonaxan de bûn û li hezar û 100 dibistanên di nava bajar û 400 li gundan hatin belavkirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê ji bo derbaskirina kêmasiyên ku di salên borî de derketibûn, di werza havînê de mamoste tev li dewreyên perwerdeyê kiribûn û li gorî 3 merheleyan dersên etîk û pedagojîk standin. Desteyê her wiha bi sed hezaran pirtûkên materyalên sala borî telîf kirin û heta niha zêdetirî 200 hezar pirtûkên materyalên nû ji her sê qonaxan (seretayî, navîn û amadehî) anîn.

4 hezar û 672 mamoste

Rêveberê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Xalid Cerade anî ziman ku der barê kêmbûna mamosteyan de valahî dagirtin, niha hejmara mamosteyan gihaştiye 4 hezar û 372 mamosteyan. Xalid Cerade destnîşan kir ku ew pirsgirêka kêmbûna mamosteyên beşên zanistî dikişînin.

Cerade her wiha îşaret pê kir ku welatiyên kantonê ji berê ve girîngî nedan beşên zanistî, tenê dixwestin bibin mamosteyên refan.

Ev valahî piştî ku 80 mamoste di havînê de tev li dewreyên perwerdeyê yên li gundên herêma Sirînê ya başûrê kantona Kobanê bûn, hate dagirtin.

Lê mijara kêmbûna dibistanan li gorî hejmara xwendekaran berdewam dike. Her refek zêdetirî 40 xwendekaran dihewîne, tevî ku Desteya Perwerdeyê hejmara xwendekaran di her refekê de diyar kiriye ku li gorî wê herî zêde 25 xwendekar di refekê de bin.

Desteya perwerdeyê ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê hewl dide dibistana herî mezin li Taxa Botan a rojava ya beşa başûrê bajarê Kobanê di demeke nêzîk de ava bike.

Amadekariya vekirina laboratuarekê di Zanîngeha Kobanê de

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê hewl dide laboratuareke beşa kîmyayê di zanîngehê de veke, li rex wê beşên fîzya, zanista xwezayî, bîrkarî û beşa wêjeyê ku tenê ji wêjeya kurdî pêk tê.

Hejmara xwedekarên zanîngehê di her pênc beşan de 40 xwendekar in û ji aliyê 15 mamosteyên pispor ve ku master di zanîngehên Sûriyê û yên derve de qedandine, têne perwerdekirin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din